Şêniyên Zirganê bi birêxistinbûnê bersiva êrişan didin

Şêniyên navçeya Zirganê ku rojane rastî topbarana dewleta Tirk a dagirker tê, jiyana xwe li gorî şert û mercên şer organîze dikin. Dema dewleta Tirk hewl dide wan koçber bike, xelkê herêmê rêbazên berxwedanê li hember planên dewleta Tirk ên mêtinger bi pêş dixe.

Şêniyên Zirganê bi birêxistinbûnê bersiva êrişan didin
22 gulan, 2022   01:50
HESEKÊ

Êdî navê navçeya Zirgan a kantona Hesekê mîna Til Temir, Eyn Îsa û Şehbayê, herî zêde di dezgehên çapemeniyê de tê bihîstin, ji ber ku rojane rastî topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê.

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker herêma Serêkaniyê di 19`ê Cotmeha 2019`an de dagir kiriye, gundê Erebxan ê li başûrê navçeya Zirganê bi çekên giran topbaran dike, tevî ku lihevkirinên agirbestê hene.

/kr/uploads/files/2022/05/21/180150_-large.webp

Welatiyê bi navê Baqî Maî yê ji gundê Ferhiye li rojhilatê navçeyê, got: “Rojane dewleta Tirk bi çekên giran û navîn gund topbaran dike. Em neçar dimînin karê xwe rawestînin û vegerin mal, da ku malbata xwe û xwe ji topbarana dijwar biparêzin. “

Maî diyar kir ku dewleta Tirk ji topbaranê armanc dike, şêniyan koçber bike, herêmê dagirker bike, biyaniyan li şûna wan bi cih bike mîna li herêmên dagirkirî dike û got: “Em fêm dikin çima dewleta Tirk wisa dike, lê em dev ji axa xwe bernadin.”

/kr/uploads/files/2022/05/21/180223_-large_1.webp

Şêniyê bi navê Mihemed Hesen ê ji navçeyê û xwediyê dikanekê li navçeyê diyar kir ku dikana wî bi moşekekê hatiye topbaran kirin, topbaran jî berdewam e û jiyana welatiya her tim di xetereyê de ye, ji ber ku dewleta Tirk mal û milkên welatiyan dike hedef.

Mihemed Hesen diyar kir ku armanca dagirker koçberkirina niştecihan û valakirina herêmê ji şêniyên wê, her wiha herêm bêewle bimîne û welatî bitirsin. 

Welatiyê bi navê Hisên Osman ê ji niştecihên navçeyê got, her tim navçeyê tê bombebarankirin lewma ne rehet in û kengî top li ser wan bikeve ne diyar e.

Ruxmî topbaranê û her tim Zirganê tê hedefgirtin, şêniyên wê dev ji xaka xwe bernadin û jiyana xwe dewam dikin, ji ber ku hewldanên dewleta Tirk dizanin.

/kr/uploads/files/2022/05/21/180207_-large.webp

Hevserokê Meclisa Navçeyê Salih Mistefa Simo diyar ki ku şêniyên navçeya li hemberî van êrişan xwe bi rêxistin dikin û wekî herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li ser eniyên şer ên di navbera dewleta Tirk û çeteyên wê li ser xaka xwe ne.

Têkildarî rewşa navçeyê Simo ev nirxandin kir: "Piştî herêma Serêkaniyê hate dagirkirin û heta niha êriş nesekinîne. Navçe ji bo baregehên artêşa Tirk û çeteyên wê eniya yekemîn e û tenê çend meteryan dûrî wê ye. Li aliyekî din jî bi armanca koçberkirina gelê navçeyê rojane navçe tê topbarankirin."

Simo destnîşan kir ku ruxmî van êrişa, lê dîsa jî niştecihên wê derketina ji herêmê red dikin û jiyana xwe bi awayekî asayî dewam dikin. Ji ber ku hewldanên artêşa Tirk nas kirine.

Simo di dawiyê de anî ziman ku meclisa navçeyê bi rêya 42 komîn û komîteyên wê bersiva êriş û gefan û şerê taybet ê navçeyê dike hedef, didin. Li aliyekî welatiyan hişyar dikin û li aliyekî din jî hewcedariyên wan ên madî û fikrî jî dabîn dikin.

ANHA