Meclisa Leşkerî ya Babê 2 çete girtin

Meclisa Leşkerî ya Babê 2 çeteyên koma ‘El-Ehfad 113’ a girêdayî dewleta Tirk a dagirker, dema hewl didan derbasî nuqteyên meclisê yên li derdora gundê Sikeriya Mezin a navçeya Erîme ya herêma Babê bibin, girtin.

Meclisa Leşkerî ya Babê 2 çete girtin
21 gulan, 2022   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî herêm topbaran kir, di wê kêliyê de her du çeteyan xwest derbasî herêmê bibin lê hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê, bi kemînekê her du çete girtin.

Saziyên têkildar dest bi lêpirsînê kir û dê piştre wan veguhêze dadgehê.

(şx)

ANHA