Komxebata êlan bi encamnameyekê bi dawî bû

Di dawiya komxebata êlan de rûspiyên êlên Ereb û Kurd ên kantona Qamişloyê pêwîstiya mezinkirina têkoşînê li hember siyasetên qirkirinê û guhertina demografiyê teqez kir.

Komxebata êlan bi encamnameyekê bi dawî bû
21 gulan, 2022   12:39
QAMIŞLO

Komxebata êlan ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) vê sibê li Qamişloyê organîze kiriye, bi encamnameyekê bi dawî bû.

Bi navê rûspiyên êlên Kurd û Ereb ên kantona Qamişloyê rûspiyê êla El-Şimer Haşim Silêman El-Cerba encamname xwend.

Encamnameya wiha ye:

“Bi destpêkirina tevgera aştiyane ya gelê Sûriyê ku ji bo pêkanîna guhertina demokratîk li dar xistiye, gelek aliyên navneteweyî û herêmê destwerdana yekser û neyekser di kar û barên Sûriyê de kir. Destek dan komên terorîst û derbasî Sûriyê kirin, herî dawî DAIŞ`ê ku fesadî, wêranî û sûc li herêmê pêk anîn. Serkêşa wan hêzên navneteweyî dewleta Tirk a bi serokatiya AKP`ê ye.

AKP`ê ji roja destpêkê ve, komplo li dijî gelê Sûriyê amade kirin da ku wî tesfiye bike û hêviya wî di rizgariyê û guhertina demokratîk de têk bibe. Carê bi rêya destwerdana di herêmên bêçek de û carê bi rêya çeteyên xwe da ku armancên xwe pêk bîne, xewna gelê Sûriyê ku azadiya xwe bi dest bixe û Sûriyeyeke demokratîk a pirreng ava bike, tune bike.

Êlên Ereb û Kurd ên kantona Qamişloyê dê têkoşînê mezin bikin da ku destkeftiyên demokratîk ên bi saya xwîna şehîdên QSD`ê hatine bidestxistin, biparêzin.

`ENCAMÊN NEYÎNÎ LI SER PÊŞEROJA GELAN`

Em minetdarên QSD`ê ne û em ê her tim piştgiriya wê bikin, ji ber rola mezin a ji bo parastina herêmê û rizgarkirina herêmê û gel ji dagirkeriya Tirk lîstiye.

Em bang li civata navneteweyî, rêxistinên navneteweyî, hêzên aştîxwaz û bi rêgezên edaletê bawer dikin ku gavên cidî biavêjin da ku hovîtiya dewleta Tirk a dagirker rawestînin. Divê berpirsyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî li hember bûyerên li Sûriyê diqewimin, bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bînin cih. Ji ber ku berdewamkirina bêdengiya navneteweyî li hember van êrişan, dihêle ku dewleta Tirk êrişên qirkirinê û guhertina demografiyê berdewam bike.

Ev li dijî qanûnên navneteweyî û mirovî ye û li ser pêşeroja gelan xetere ye, çareseriya demokratîk li Sûriyê û aramiyê asteng dike.”

(şx)

ANHA