Kongreya YRA'yê bi hilbijartina hevserok û meclisa giştî bi dawî bû

Kongreya 6`an a Yekitiya Ragihandina Azad bi hilbijartina hevserokên nû û meclisa giştî ya ji 13 endaman pêk tê bi dawî bû.

Kongreya YRA'yê bi hilbijartina hevserok û meclisa giştî bi dawî bû
20 gulan, 2022   20:08
QAMIŞLO

Vê sibehê li bajarê Qamişlo  Kongreya 6`an a Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi diruşmeya ''Pêkve ber bi ragihandineke birewer, berpirs û sinc ve",  dest pê kir.

Di kongreyê de bi dehan rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Yekitiya Ragihandina Azad, rerpirsê ragihandina QSD'ê Ferhad Şamî, berpirsê ragihadina YPG'ê Siyamend Elî, nûnerên ragihandina YPJ'ê û hevserokê Girînendeya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mele Îbrahîm amade bûn.

Kongre bi kêliyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Yekîtiyê Bengîn Sîdo, li ser navê Girînendeya Ragihandinê ya Rêvberiya Xweser Ciwan Mele Ibrahîm û endama Kordînasyona TEV-DEM'ê Leyla Îbrahîm axivîn.

Di axaftinan de behsa rola şoreşa 19'ê Tîrmehê di pêşxistina ragihandina azad û demokrat de hat kirin û teqezî li ser pêkanîna rojnamevanan ji erkên xwe yên gihandina berxwedana gel ji bo raya giştî hat kirin.

Piştre rapora 2 salan a karê yektiyê hat xwendin û nîqaş li ser hat kirin, rêzikname jî hat xwendin û hin bendên wê hatin guhertin.

Di dawiyê de Dilyar Cizîrî û Malva Elî weke hevserok hatin û 13 endamên meclisa giştî ya yekitiyê hatin hilbijartin.

(şt)

ANHA