​​​​​​​‘Însiyatîfên siyasî tiştekî nû bi xwe re neanîn û Iraq ketiye rêyeke siyasî ya tarî’

Tevî ku 7 meh di ser hilbijartinên Iraqê re derbas bûne û hêzên siyasî jî gelek însiyatîf pêşniyar kirin, lê dîsa jî Iraq derbasî rêyeke siyasî ya tarî bûye. Li ser vê yekê lêkolîner Nebîl Cebar El-Elî pêşbîn kir ku ev însiyatîfên siyasî tiştekî nû bi xwe re neanîne û dibe ku hin aliyan ev yek bi armanca qezenckirina piştgiriya parlamantoyê pêk anîbe.

​​​​​​​‘Însiyatîfên siyasî tiştekî nû bi xwe re neanîn û Iraq ketiye rêyeke siyasî ya tarî’
21 gulan, 2022   00:50
NAVENDA NÛÇEYAN - ŞEYMA ELÎ

Ev 7 meh e aloziya siyasî ya li Iraqê dewam dike, sedema vê yekê jî israra hêzên siyasî û hemû aliyên wê ye ku dixwazin li gorî berjewendiyên xwe hikumetekê ava bikin.

Hevbendiya ‘Rizgarkirina Welat’ (Înqaz Watan) ku ji Muqteda El-Sadir, Mihemed El-Helbûsî û Mesûd Barzanî pêk tê, dixwaze hikumeteke "gelemperiya nîştimanî" ava bike û hêzên din cihê xwe tê de negirin, lê hêzên Çarçoveya Koordînekirinê dixwazin "hikumeteke lihevkirî" ava bikin wekî hikumetên berê anku li ser bingeha kotayê berdewam bikin ku piştî "dagirkirina Amerîkayê" pêk hat.

‘ÎNSIYATÎFÊN SIYASÎ YÊN BÊENCAM’

Di vê dawiyê de ji bo çareserkirina aloziya Iraqê, gelek însiyatîf hatin pêşkêşkirin. Çi ya Şepêla El-Sadir yan jî Çarçoveya Koordînekirî. Her duyan ji bo çareserkirina aloziyê însiyatîf pêşkêş kirin, lê bi ser neketin.

Însiyatîfa çarçoveya koordînekirî wiha ye: Divê parlamenterên serbixwe û sivîl namzetê xwe yê ji bo serokatiya hikumetê pêşniyar bikin lê bi şertê ku `bloka herî mezin` wî erê bike. Lê piştî çend saetan ji ragihandina vê însiyatîfê, El-Sadir însiyatîfek din pêşkêş kir û bang li parlamenterên serbixwe kir ku namzetê xwe bi rêya hevbendiya Înqaz Watan diyar bikin.

Li gorî çavdêran, ev gavên her du aliyan, armanca wê tenê bidestxistina dengên parlamenterên serbixwe ne da ku di parlamentoyê ew bi ser bikevin.

Têkildarî mijarê lêkolînerê kar û barên siyasî yê iraqî Nebîl Cebar El-Elî got: “Bi nêrîna min, vê însiyatîfê tiştekî nû bi xwe re neanî. Dibe ku hewldanek wan aliyan be da ku parlamenterên serbixwe bikin alîgirên xwe. El-Sadir xwest sûd ji vê însiyatîfê bigire da ku hevbendiya El-Sadir, Serdestî û PDK`ê projeya xwe di parlamentoyê de erê bikin. Li aliyekî din jî Hevbendiya El-Sebat Watanî (Koma Çarçoveyê, Ezim û YNK) jî xwest bi vê yekê hevbendiya sêalî parçe bike û di parlamentoyê de bibe hêza sereke.”

Der barê îhtîmala çareserkirina aloziya siyasî li Iraqê El-Elî got: “Dibe ku ev alozî çarser bibe, heke însiyatîfên navneteweyî hatin pêşkêşkirin. Bi nêrîna min, dibe hêzên navneteweyî û herêmî dixwaze di pêvajoya bê de, Iraqeke aram hebe. Bi taybet li gel zêdebûna aloziya di navbera rojhilat û rojavayê navneteweyî. Bi nêzîkbûna çareserkirina dosyaya nukleerî ya Îranê, dibe ku dosyaya Iraqê di dema bê de bibe rojeva wan.”

 

Têkildarî vê yekê Meclisa Parlamantoya Iraqê piştî çend hefteyan careke din dest bi civînên xwe kir, ji ber nebûna lihevkirinekê di navbera aliyên siyasî yên dijber de têkildarî hilbijartina serokkomarê û avakirina hikumeta nû.

Parlamenter diyar kirin ku vegera xebata meclisê dibe ku dawî li xitimîna siyasî bîne û kesên rewşa Iraqê dişopînin jî vê yekê bi neyinî dinirxînin û dibêjin berdewamkirina xebatên parlamentoyê nîşana pêkve jiyanê bi aloziyê re ye.

El-Elî li ser vê yekê got: “lidarxistina civînên parlamantoyê ne ji bo bidawîkirina xitimîna siyasî ye, lê belê bi armanca ferzkirina rewşa siyasî ku hevbendiya sêalî bi rêya civînan hewldana bicihanîna wê dike. komîteyên parlamentoyê belav bike, û dest deyne ser serokatiyan. Parlamenterên muxalif jê dûr bixe. Erêniyek hebû. Piraniya kesên boykut kirine, hazir bûn. komîte hatin belavkirin. Ji vê yekê xuya dibe ku lihevkirinên veşartî hene dibe ku di rojên bê de eşkere bibin.”

‘KESÊN BANGA PIRANIYÊ DIKIN HEWL DIDIN HEGEMONYAYA XWE FERZ BIKIN'

Serokê Şepêla El-Sadir Muqteda El-Sadir ku di hilbijartinan de 73 kursî qezenc kiriye, hewl dide bi Partiya Demokratîka Kurdistanê (PDK) û Sunne re hikumeteke "piranî" ava bike û hêzan dûrî qada siyasî bixe, bi taybet "Çarçoveya Koordînekirinê".

Piştî lihevkirina nû, El-Sadir ev vebijêkeya sêalî wekî "Serkeftineke nimûneyî ya ji bo rizgarkirna welat girîng e" bi nav kir û hêvî kir ku hikumeteke piraniya niştimanî bêyî derengmayîn û dirêjkirin were avakirin.

Çarçoveya Koordînekirinê jî dixwaze sîstema kotayê ya ku piştî “Dagirkeriya Amerîkayê” sala 2003`yan li Iraqê pêk hatî, bidome, serokkomar para Kurdan, serokwezîrê şîî be û serokatiya parlamantoyê jî sunnî be.

Der barê pêşeroja Iraqê de ku hikumeteke lihevkirî yan jî piranî guncaw e, El-Elî ev nirxandin kir: "Bê guman dibe ku piraniya siyasî bi gelekî ji lihevkirinê baştir be, lê mixabin kesên îro banga piraniyê dikin nikarin mafên muxalefetê û alavên wê fêm bikin. Diviya aliyê îdare dike yan jî hewl dide rola îdarê bilîze amûrên çavdêriyê ji muxaleftê û çavdêriyê re pêşkêş bikira. Bi awayekî zelak kar bikira, li şûna ku bi hiceta serkeftina di hilbijartinan de, desthilata dewletê kontrol bike. A duyemîn jî divê rewşa hevsengiya pêkhateyan ya sala 2003`yan di ber çavan re derbas bike ji ber sedemên girêdayî kêmbaweriya siyasî di navbera aliyan de. " 

Piştî derdora 7 mehan di ser hilbijartinên qanûnsaz ên pêşwext ên li Iraqê re derbas bû, bangên lidarxistina hilbijartinên pêşwext û rakirina parlamantoya "Bêkêr" ku nikare xetimandina siyasî ya li welêt bi dawî bike,  careke din bilind bûn.

Têkildarî vebijêrka hilbijartinên nû ger aliyên siyasî yên li Iraqê parastina helwesta xwe bikin, El-Elî wiha axivî: "Dibe lidarxistina hilbijartinan vebijêrka dawî be bi taybet her kes, di serî de kesên di hilbijartinên dawî de bi ser ketine, muhteml e heman encaman bi dest nexin. Her wiha binketina wan û yên din jî mîsoger be. Sedema vê yekî jî ew e ku beşdariya di hilbijartinên berfireh de gelekî pêşbînkirî ye û îhtîmaleke mezin kesayet û partiyên nû bi hêz tev lê bibin. Ji ber wê ji nû ve lidarxistina hilbijartina niha nepêkan e û dibe ku vebijêrka dawî ya xitimîna siyasî be." 

Şepêla El-Sadir di hilbijartinên parlamantoyê de ya 10`ê Cotmeha derbasbûyî li dar ketin, 73 kursî ji eslê 329 qezenc kir û bi mezintirîn blokên sunnî û kurdan re bi navê "Inqaz Watan" de hevbendiyek ava kir.

`LIDARXISTINA XWEPÊŞANDANAN DEMEKE DÎTIR DIXWAZE`

Di vê dawiyê de çalakvanan banga lidarxistina xwepêşandanan di dema bê de kir, heke blokên parlamentoyê nakokiyên xwe çareser nekirin, serokkomarê welêt û hikumetê diyar nekir.

Di vê çarçoveyê de seroka Navenda Mafên Jinan Meha El-Sekban da zanîn ku ew ê hemû rêbazên aştiyane û diyalogan bidin meşandin, di nav de xwepêşandan, grev û isyanan, da ku aloziya siyasî ya li Iraqê çareser bibe.

Lêkolînerê kar û barên siyasî yê iraqî Nebîl Cebar El-Elî der barê vegera xwepêşandanan de wiha axivî: "Banga vegera li xwepêşandanan piştî salekê ji avakirina hikumetan dibe ku ji raya giştî re baş be. Xwepêşandanên 2011, 2015 û 2019`an tevde piştî salekê ji avakirina hikumeta nû û lidarxistina hilbijartinan pêk hatin. Di encamê de vegera xwepêşandanan demê dixwaze ji ber ku li benda encamên avakirina hikumetê yan jî encamên hikumeta bê ye."

(eh)

ANHA