Koma Cûdî ji bo piştgiriya gerîla kilîpeke nû hazir dike

Koma Cûdî ya Muzîkê bi kilîpa xwe ya nû ya bi navê "Erka Kurda" piştgiriyê dide berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê.

Koma Cûdî ji bo piştgiriya gerîla kilîpeke nû hazir dike
21 gulan, 2022   05:33
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Strana bi navê “Erka Kurdan” gotinên helbestvan Ednan Îbrahîm û muzîkjen Erdelan Silêman e. Stran balê dikişîne ser xwedîderketina li berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk.

Artêşa Tirk bi beşdarbûna PDK`ê ji 17`ê Nîsana derbasbûyî ve êrişên qirkirinê dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, lê gerîla derbên giran li wan didin.

Nivîskarê stranê Ednan Îbrahîm ji ajansê re diyar kir ku li Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê bi armanca qirkirina gelê Kurd di navbera dewletên kapîtalîst de plan û peymanên nû hene.

Tê payîn ku piştî karê montajê di vê hefteyê de bi dawî bibe, dê kilîpa stranê were weşandin.

Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk li dijî gelê herêmê bêyî cudahî komkujî pêk anîn, ji Kurdan bigire heta bigihêje Ermen û Suryanan û wan da koçber kirin. Dagirkeriya Tirk xaka herêmekê dagir kir ku ne xwediyê wê ye.

Her wiha Îbrahîm Herêmên Parastinê yên Medyayê bi herêmên “pîroz û mubarek” wesif kir û got: "Ji ber vê yekê dewleta Tirk a faşîst hemû çekên qedexekirî bi kar tîne, nexasim li Zap û Avaşîn. Dewleta Tirk a dagirker ji ber li hember gelê Kurd bi kîn e li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bi kar anîn."

Îbrahîm destnîşan kir endamên Tevgera Çand û Hunerê û Hunera Demokratîk bi huner û stranên xwe yên şoreşgerî destekê didin gerîla û hemû hêzên birûmet û wiha dewam kir: "Divê em li dijî dijminê hovane xwedî biryar bin, li ser vê yekê em amade ne li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin."

Îbrahîm bang li gelê Kurd kir ku parastina mafên xwe bikin û wiha axaftina xwe dewam kir: "Ev yek ne tenê erka gerîla ye, lê belê divê her kes li gorî derfetên xwe piştgiriya vê yekê bikin. Di vê kilîpê de em îşaretê bi piştgiriya manewî ya ji hêzên xwe re dikin ku li dijî faşîzma tirk li ber xwe didin, da ku planên wê yên têkbirina gelê Kurd bi bin bixin."

Îbrahîm anî ziman ku naveroka stranê hunera şoreşgerî bi berxwedana lehengane ve girêdayî ye ku bang li gelê Kurd dike ku piştgiriya gerîla bike û wiha dewam kir: "Dem hatiye em li ser xaka xwe bijîn û ji her kesî re isbat bikin ku em xwediyê heq in. Her wiha şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerê hebûn û nebûnê ye, ji ber ku ger em bi ser nekevin dê hebûna gelê Kurd ji holê rabe."

Îbrahîm diyar kir ku huner eniya bingehîn a şerê li dijî dagirkeran e û bang li gelan kir ku li hember dagirkerên serdemê serî hildin.

Koma Cûdî ya Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê sala 1986`an piştî pêngava 15`ê Tebaxê, li Dêrikê hate avakirin.

(eh)

ANHA