Çalakiya konvendanê ya li Dirbêsiyê di roja xwe ya 4'an de ye

Di çalakiya konvedanê ya li Dirbêsiyê de hate gotin, yên ku xiyanetê li doza kurdî dikin dijminên kurdan in.

Çalakiya konvendanê ya li Dirbêsiyê di roja xwe ya 4'an de ye
19 gulan, 2022   13:47
HESEKÊ

Çalakiya konvendanê ya li Dirbêsiyê ya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û beşdarbûna PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ve dewam dike.

Çalakî bi diruşma "Rêya we rêya me ya, armancên we armancên me ye" ket roja xwe ya 4'emîn de. Endamên saziyên sivîl ên navçeyê, endamên Akademiya Şehîd Berçem, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan çalakiya îro dewr girtin.

Di çalakiyê de endamê Akademiya Şehîd Berçe, Xalid Xelef axivî, êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û bal kişand ser berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişan.

Xelid Xelef anî ziman ku gerîlayên HGP û YJA Starê her tim bi ser dikeve û got, yên ku xiyanetê li dîroka kurdan û doza wê dikin bi xwe dijminên kurdan û doza wê ne.

Xelef bang li PDK'ê kir ku ji xeta xiyanetê derkeve, lêborînê ji gelê Kurd bixwaze.

Piştre di navbera çalakgeran de nîqaş li ser geşedanên kurdistanî de çêbûn.

Tê payîn ku çalakî wê sibe bi dayîna daxuyaniyekê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Meclisa Navçeya Dirbêsiyê ve bi dawî bû.

ANHA