Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê civînek li dar xist

Bi boneya Meha Şehîdan Meclisa Mablatên Şehîdan  a Herêma Efrînê civîneke berfireh li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê civînek li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê civînek li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê civînek li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê civînek li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê civînek li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê civînek li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê civînek li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê civînek li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê civînek li dar xist
19 gulan, 2022   13:33
ŞEHBA

Bi boneya Meha Şehîdan û ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê, civînek berfireh ji malbatên şehîdan re li Hola Şehîd Axîn Welat a li navçeya Fafînê ya Şehbayê li dar xist.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji rêveberên TEV-DEM'ê Zelal Ceger axivî.

Zelal Ceger bal kişand ser fedekariyên şehîdan û got: "Van fedekariyan planên dagirkeriyê têk birin. Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi rêya çeteyên xwe hewl da herêmê dagir bike, çete derbasî herêmê kirin, di nav de bajarên Kobanê, Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Piştî ku çeteyan tu gav pêşde neavêtin, dewleta Tirk bi xwe êrişî xaka Sûriyê, di nav de Efrîn, Cerablus û herêmên dîtir kir. Ev êriş bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî tên kirin, armanc jê vejandina Mîsaqî Millî ye."

Zelal Ceger di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên bi hevkariya PDK'ê û da zanîn ku armanc ji van êrişan têkbirina îradeya gelê Kurd û gerîla ye, lê berxwedana gerîla nehişt ku tu pêşketinan pêk bîne."

Endama rêber a TEV-DEM'ê bal kişand ser sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin, ambargoya ku hikumeta Şamê li ser koçberên Efrînê ferz dike û wiha domand : "Piştî ku em bi darê zorê koçberî Şehbayê hatin kirin, dewleta Tirk li pêşiya çavê cîhanê planên xwe yên mêtîngeriyê bi rêya guhertina demgorafiya kantonê, talankirina şunwaran, qetilkirin û revandina şêniyan pêk tîne. Di heman demê demê hikumeta Şamê ambargoyeke giran li ser me ferz dike, bêyî standina miqdarên mezin ên pereyan nahêle madeyên sereke derbasî kantonê bibin."

Zelal Ceger di dawiyê de got: "Heger em bixwazin serkeftinê li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê pêk bînin û armacên wê têk bibin, divê em têkoşînê xurt bikin û li derdora rêveberiya xwe kom bibin."

Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.

ANHA