Dayîka di topbarana dagirkeran de birîndar bûye detayên bûyerê vedibêje

Neîme El-Mudhî ku tevî 4 zarokên xwe di topbarana dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûne, detayên bûyerê vegot.

Dayîka di topbarana dagirkeran de birîndar bûye detayên bûyerê vedibêje
Dayîka di topbarana dagirkeran de birîndar bûye detayên bûyerê vedibêje
Dayîka di topbarana dagirkeran de birîndar bûye detayên bûyerê vedibêje
Dayîka di topbarana dagirkeran de birîndar bûye detayên bûyerê vedibêje
Dayîka di topbarana dagirkeran de birîndar bûye detayên bûyerê vedibêje
18 gulan, 2022   10:44
REQA

Dewleta Tirk a dagirker duh, malbateke koçer (Bedû) li Mezreaya Qirtac ya başûrê navçeya Eyn Îsayê li nêzî baregeha Rûsyayê bi cih bûbû, kir hedef. Di encamê de Neîme El-Mudhî û 4 zarokên xwe birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Watanî ya li bajarê Reqayê.

Li gorî nûçegihanê me, zarokên bi navên Ketale Elî El-Hemûd (6), Menhel Elî El-Hemûd (9), Ezra Elî El-Hemûd (10) û Hayîl Elî El-Hemûd (12) birîndar bûn. Birîna Hayîl Elî El-Hemûd giran e û 2 emaliyet jê re hatine çêkirin, yek di hestiyê pişt de, ya din jî di zik de ye. Li gorî bijîşkên Nexweşxaneya Watanî ya Reqayê, rewşa wî niha baş e.

Dayîka her çar zarokan, Neîme El-Midehî ji nûçegihana me re axivî û detayên bûyerê wiha vegot: “Em di bin konê de li gundê Qirtac bûn, me dengê teqînan bihîst. Em ji konê derketin û revîn çolê. Lê dema em direvîn, topek li min û zarokên min ket.”

Neîme diyar kir ku şêniyên herêmê bi lez ew rakirin navenda tenduristiyê ya li gundê Til Semin ê bakurê Reqayê û ji wir ew birin Nexweşxaneya Watanî ya Reqayê.

Neîma wiha domand: “Gunehê me çi ye ku bi vî şêwazê hovane êrişî me dikin? Me çi kiriye?”

Hêjayî gotinê ye ku Neîme El-Midehî li nêzî mezintirîn baregehên Rûsyê li herêmê hat hedefgirtin. Li gel bêdengiya hêza garantor Rûsya û rêxistinên mafên mirovan, topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê berdewam e.

(şx)

ANHA