Gerînendetiya Sewaldariyê: Em ê destekê bidin sewalvanan

Hişkesaliyê du salên dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandoreke mezin li sewaldariyê kir. Gerînendetiya Sewaldariyê hewl dide parastina sewalan bike û êm jê re peyda bike.

Gerînendetiya Sewaldariyê: Em ê destekê bidin sewalvanan
18 gulan, 2022   07:01
QAMIŞLO- RÊNAS REMO

Piştî çandiniyê, sewaldarî yek ji stûnên aboriya civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Di du salan de ku baran bi awayekî kêm bariya û bandor li zeviyên çandiniyê kir, kêmbûna rûberên mêrgan bandoreke mezin sewaldariyê jî kir. Her wiha gelek sewalvan ji ber nikarîn êm peyda bikin û hejmareke seriyên sewalên wan telef bûn, dev ji vî karî berdan.

Ji ber birçîbûnê gelek berx di zikê mihan de mirin.

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya komîte û nivîsgehên xwe hewl da bandora neyînî ya ziwabûnê li ser sewaldariyê sivik bike. Ji lewra her kîloyek êm bi 450 lîreya sûrî da xwediyên sewalan, lê di sûkan de bi hezar lîreyê sûrî ye.

Li gorî daneyên Gerînendetiya Sewaldariyê ya herêma Cizîrê, 56 hezar û 90 çêlek, 4 milyon, 4 hezar û 462 mih, 396 hezar û 601 bizin, 3 hezar û 250 gamêş, 7 hezar û 86 hesp û 4 hezar û 525 serî hesp hene.

Li gorî gerînendetiyê, ev pez ji hêla 76 hezar û 872 sewalvanên li herêmên cûda yên herêma Cizîrê ve tên xwedîkirin.

Sewalvan Elî Sofî Mihemed da zanîn ku ji ber kêmbûna mêrgan bandorkeke mezin li sewalan bû. hemwextî wê jî sewalvan nikarin dermanan ji nexweşiyên ku ji ber birçîbûnê çêdibin bikirin, ew jî bandoreke neyînî li sewalan dike.

Elî Sofî Mihemed destnîşan kir ku buhayê sewalan jî bi awayekî mezin kêm bû, her mihek di sala 2017-2020`an bi nêzî 350 hezarî bû, lê îsal bûye 150 hezar.

Hin sewalvanên din jî wekî Mihemed difikirin, tevî ku gerînendetiyê ji sewalên wan re êm pêşkêş kir, lê ew di peydakirina êmê ku têra sewalên wan bike zehmetiyan dibînin.

Di salên ku baran bi awayekî baş dibare de sewalvan di peydakirina xwarina sewalên xwe de xwe dispartin mêrgan bêyî ku êm esas bigirin. Di destpêka meha Adarê de sewalan şênkahî heta dawiya meha Gulanê dixwar. Di wê demê de xwe dispartin bermahiyên zeviyên çandiniyê.

Lê bi kêmbûna baran re mêrg jî kêm bûn. Sewalan têra xwe şînatî nexwar. Ji ber vê yekê jî sewaldar neçar man ku miqdareke zêdetir ji êm bidin sewalên xwe.

Li gorî Hevserokê Gerînendetiya Sewaldariyê ya herêma Cizîrê Mihemed Kazim, tevî hişkesaliyê jî lê parastina sewaldariyê ji xebatên wan ên girîng e û heta niha rewşa wê baş e û negihaştiye astên xeter.

Mihemed Kazim destnîşan kir ku barana ku di dawiya mehên Adar û Nîsanê de bariya destek da ku li hin herêman mêrgên baş peyda bibin.

Herêma Xeta 10`an a ji bakur rojhilatê bajarê Qamişlo heta bakur rojhilatê bajarê Dêrikê ji herêmên herî zêde bi bereket e û bi barîna baranê re şênkahî li herêmê baş çêdibe.

Li gorî Mihemed Kazim û li gorî serjimariya ku çêkirine, dê miqdarên baş ji êm depo bikin ku têra sewalên li gel wan hatine qeydkirin bike, da ku êm bidin xwediyên sewalan. Ew ê ceh, li kêlek wê jî êm bidin xwediyên sewalan.

(bx)

ANHA