Nasnameyên birîndarên topbarana li ser Mezreya Qertac

Ajansa me nasnameya jinekê û 4 zarokên ku di topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser Mezreya Qertac a navçeya Eyn Îsayê de birîndar bûbûn, bi dest xistin.

Nasnameyên birîndarên topbarana li ser Mezreya Qertac
Nasnameyên birîndarên topbarana li ser Mezreya Qertac
Nasnameyên birîndarên topbarana li ser Mezreya Qertac
18 gulan, 2022   07:13
EYN ÎSA

Li gorî ku ajansa me belge kiriye, jina birîndar dayika 4 zarokan e û navê wê Neîme El-Mudhî ye. Navên zarokan jî wiha ne: Ketale Elî El-Hemûd (6), Menhel Elî El-Hemûd (9), Ezra Elî El-Hemûd (10) û Hayîl Elî El-Hemûd (12).

Nûçegihanê me ji herêmê diyar kir ku zarokên birîndar û diya wan ji koçerên Ereb (Bedû) in û di dema topbarana dagirkeriya Tirk a li ser Mezreaya Qertac a li başûrê Eyn Îsayê de li konê xwe yê nêzî baregeha Rûsyayê ya li herêmê diman.

Jina birîndar û zarokên wê rakirin Navenda Tenduristiyê ya bajarokê Til Semin, lê piştre ji ber ku birînên wan giran bûn, veguhastin Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê.

(cx)

ANHA