Xwedêda Îlyas: Em ê li hember hemû hewldanên qirkirinê li ber xwe bidin

Hevserokê Meclisa Gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê dibîne ku armanca hemû siyasetên li dijî Şengalê ew e Şengalê bê êzidî bihêlin. Her wiha teqez kir ku yekane rê ji bo rawestandina komplo û qirkirinên li dijî êzidiyan, berxwedan e.

Xwedêda Îlyas: Em ê li hember hemû hewldanên qirkirinê li ber xwe bidin
18 gulan, 2022   06:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Duh hevserokê Meclisa Gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê Xwedêda Îlyas bû mêvanê bernameya taybet a ajansa me û têkildarî rewşa Şengalê, berxwedana êzidiyan û armancên hêzên komploger nirxandin kir.

Di 2`yê Gulanê de hêzên hikumeta Kazimî êrişî Asayîşa Êzidxanê kiribû, ku ji aliyê xwe ve bersiva êrişan dan û êriş têk birin.

Xwedêda Îlyas teqez kir ku qirkirina êzidiyan a 2014`an bi destê DAIŞ`ê pêk hatî hîna didome û yên wê demê piştgirî dane DAIŞ`ê niha plana xwe bi xwe pêk tîne.

Îlyas got: “Êrişa artêşa Iraqê, hewldanên valakirina Şengalê, siyasetên dijminane yên PDK`ê û tevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re, berdewama wî tiştî ye ku DAIŞ`ê destpê kiriye û nikarîbû bi dawî bike.”

Îlyas destnîşan kir ku planên komplogeran ên li dijî Şengalê ne nû ne û diyar kir ku rejîma Baasê di dema serweriya xwe li Iraqê de êzidî bêçek hiştin û ew ji gundên wan derxistin.

Xwedêda bi bîr xist ku hewldana derbkirina destkeftiyên ku êzidiyan piştî 2014`an bi dest xistine, îro di hedefa dewleta Tirk de ne, lê yê ku berjewendiyên wê pêk tîne hikumeta Kazimî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye.

Xwedêda Îlyas her wiha behsa fermanên li êzidiyan rabûne kir û got: “Hebûna PKK`ê dikin behane, em nikarin înkar bikin ku PKK`ê bi lehengî parastina Şengalê kir û şehîd da. Lê ji 2018`an ve PKK`ê bi awayekî fermî û li pêş raya giştî hêzên xwe ji Şengalê vekişand û erka parastinê ji hêzên êzidî re hişt. Lê armanca komplogeran eşkere ye, dixwazin Şengalê bê êzidî bihêlin.”

Xwedêda da zanîn ku PDK`ê û hikumeta Kazimî û dewleta Tirk a dagirker Şengalê herêmeke stratejîk dibînin û hewl didin bixin bin kontrola xwe.

Li ser avakirina dîwarê di navbera Şengalê û Rojava de jî, Îlyas dibîne ku bi wê yekê dixwazin Şengalê dorpêç bikin û têkiliya wê bi Rojava re bi temamî qut bikin, ji ber ku di êrişên 2014`an de Rojava bi hawara Şengalê ve çû.

Îlyas her wiha diyar kir ku divê enerjiya ciwanên Şengalê bikeve xizmeta berjewendiyên Şengalê û gelê wê.

Ji 3`yê Gulanê ve komên ciwanên Şengalê çalakiyên protestoyî li dar dixin û banga derketina hêzên leşkerî ji herêmên sivîlan ên li Şengalê dikin. Demeke piştre aliyên girêdayî PDK`ê hewl dan wan komên ciwanan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.

Hevseroka Meclisa Gel a navçeya Sinûnê Xwedêda Îlyas teqez kir ku ji bo sekinandina li hember hemû hewldanên têkbirina îstiqrarê li Şengalê û sekinandina li hember komployan, yekan e rê berxwedan e û got: “Me berê li dijî fermanan li ber xwe da, em ê her li ber xwe bidin.”

(cx)

ANHA