Ji bo şehîd Beşar El Fadil merasîmê sersaxiyê

Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şervanê QSD’ê şehîd Beşar Hewas El Fadil re xwest.

Ji bo şehîd Beşar El Fadil merasîmê sersaxiyê
Ji bo şehîd Beşar El Fadil merasîmê sersaxiyê
Ji bo şehîd Beşar El Fadil merasîmê sersaxiyê
26 tîrmeh 2024   14:35
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî sersaxî da malbata şervanê QSD’ê Beşar Hewas El Fadil ku 24’ê Tîrmehê li ser erka xwe şehîd bibû.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Beşar a li gundê Wawiyê yê bajarê Til Hemîsê hat veda.

Di bin kon de merasîmeke hat lidarxistin. Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Hemîsê Hemze El Xelef bal kişand ser rola şehîdan di parastina ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û got: "Şehîdên me ji bo welat, xak û rûmeta gelê xwe bê dudilî canê feda kir."

Ji fermandarên QSD’ê Nayîf Elî girîngiya xweparastinê vegot û got: "Gelê ku ji bo welatê xwe şehîdan dide serî ji dijmin re natewîne."

Li ser navê malbata şehîd Beşar El Fadil jî axaftin hat kirin. Malbatê diyar kir ku ew bi şehadeta Beşar serbilind e.

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Beşar hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Merasîm dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bi can, bi xwîn em bi te re ne ey şehîd " bi dawî bû.

(bb)

ANHA