​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN  A 12-05-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN  A 12-05-2022
11 gulan, 2022   23:00

-Bi dirûşmeya “Na ji siyasetên dijminahiyê yên dewleta Tirk li ser gelên herêmê” Partiya Yekitiya ‎Suryan, Yekitiya Jinên Suryan û Yekitiya Ciwanên Suryan, li Qamişlo çalakiyeke protestokirinê li dar ‎dixe.‎ saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî siyasetên dewleta Tirk ên avakirina avahiyên mêtingehiyê û guhartina demografîk li Qamişloyê daxuyaniyekê dide. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şandeyek ji herêmên Katalonya û Barcelona serdana Desteya Rêveberiya Şaredarî û Jîngehê ya li Qamişloyê dike. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Sazkirina Peymana Civakî li gudnê Besta Sos ê herêma Koçerat ji şêniyan re civînekê li ser Peymana Civakî civînekî li dar dixe. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Welatiyên Efrînê têkildarî siyaseta guhartina demografîk û avakirina avahiyên mêtingehiyê li bakurê Sûriyê li pêş navenda Weqfa Efrînê ya Civakî ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê daxuyaniyekê dide. Saet 16:30’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongra Star li navçeya Çelebiyê ya kantona Kobanê ji bo destekdayîna berxwedana gerîla û şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk û tevkariya PDK’ê bi dagirkeriyê re çalakiyeke protestokirinê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso got, êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê beşek ‎ji komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd e û piştrast kir ku destekdayîna berxwedana gerîla ‎garantiya pêşeroja Kurdistanê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)‎

-Hevseroka MSD`ê Emîne Omer da zanîn ku plana bicihkirina‏ ‏penaberên sûrî ne li herêmên ‎wan, planeke bicihkirinê ya xeternak e û çareseriya siyasî ya sûrî asteng dike û destnîşan kir ku ‎bêdengiya civata navneteweyî destekê dide dewleta Tirk ku sûcên xwe berdewam bike.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)‎

-Rûspiyê eşîra Şemer a Ereb diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk têkbirina îstîqrara li ‎herêmê ye û li dijî tevalî welatên Ereb e. Her wiha rûspiyê ji malbata Gulo ya welatparêz banga ‎yekitiyê li hember hewldana dagirkeriyê ya qirkirina gelan kir.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)‎

-Li gorî welatiyên ku reşnivîsa Peymana Civakî şopandine, Peymana Civakî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê sazkirin, misogeriya mafên gelê Sûriyê û pêkhateyên wê yên cûda ye. Her wiha dibe destûrek ji Sûriya pêşerojê re û çareseriyek ji bo krîza Sûriyê re. (BI WÊNE Û DÎMEN)‎

-Endamên Meclisa Gel a gundewarên rojhilatê Dêrazorê diyar kir ku armanca tecrîda li ser rêber Ocalan, têkbirina projeya neteweya demokratîk, kûrkirina krîzên li Rojhilata Navîn û hedefgirtina gelên bi saya vê projeyê azadiya xwe bi dest xistine, ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)‎

HEVPEYVÎN

-Nivîskar û lêkolînerê siyasî Ehmed Şêxo daxuyand ku Osmaniya nû durbarekirina Îtîhad û Terakî ye lê bi şêwazekî şilotir ji bo dagirkirina Rojhilata Navîn. Şêxo da zanîn ku çiyayên Toros-Zagros xeta yekemîn a parastina hemû welatên Ereb ên heyî, neteweyên îslamî, gel û olên cuda yên herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)‎

POLÎTÎKA

-Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sîham Dawûd teqez kir ku partî hewl dide di pêvajoya bê de xwe bigihîne şepêlên siyasî, partî û kesayetên sûrî yên li hundir û derve da ku mala sûrî kom bike, aloziya li welat çareser bike û Sûriyeke demokratîk a pirreng û nenavendî, ava bibe. . (BI WÊNE Û DÎMEN)‎

JIN

-Şehîd Ronahî Kobanê, xwedî têkoşîna ku her kesê pê re maye şahid e. Ronahî Kobanê pêşengên jin ên şoreşa Rojava wesîyet kir ku têkoşînê bilind bikin ku şoreş bi ser keve, anku şoreşa jinan bi ser keve. (BI WÊNE Û DÎMEN)‎

CÎHAN

-Careke din li Xezayê rewş aloz dibe û îhtîmal hene ku di navbera komên Filistînê û artêşa Îsraîlê de şer derkeve .

ANHA