​​​​​​​Gelo wê rageşiyeke nû li Xezayê çêbibe?

Careke din li Xezayê rewş aloz dibe û îhtîmal hene ku di navbera komên Filistînê û artêşa Îsraîlê de şer derkeve.

​​​​​​​Gelo wê rageşiyeke nû li Xezayê çêbibe?
12 gulan, 2022   04:41
XEZA-OMER MÛSA

Li Xezayê îhtîmala rûdana şerekî nû di navbera komên Filistînê û artêşa Îsraîlê de zêde dibin.

Sedemên vê yekê jî vedigerin meha Remezanê dema ku Îsraîl hewl da dabeşkirinê dem û cih li ser mizgefta El-Eqsa ferz bike û ji bo pêkanîan rêûresmên olî yên Cuhiyan dawî li hebûna welatiyên Filistînê ji mizgeftê derxin. Ji ber êrişên filistîniyan çêbûn, ji wan êrişên ferdî bûn û hin jî bi destekdayîna komên Filistînê bûn, bi taybet tevgerên Hemas û Cîhadê.

Ji ber wê êrişan 19 welatiyên Îsraîlê hatin kuştin, li gor salên derbasbûyî bîlançoya herî bilind e.

Îsraîl komên Filistînî tawanbar dike ku ew li pey wan buyerên vê dawiyê ne, taybet piştî ku komên Filistînî buyerên li Xezayê bi bajarê Qudisê û herêmên din ên Filistînê girê didin û wê weke destkeftiyekê di Gulana par de dibînin.

Li gor raporên Îsraîlî, saziya ewlehî ya Îsraîlê pirsgirêkeke cidî nîqaş dike ew jî; operasyonên li Xezayê pêk tên.

Tê destnîşankirin ku zehmet e, artêşa Îsraîlê parastina rewşê bike, eger operasyonên Filistînî ji nû ve dest pê kirin, yan jî rageşî li gel "derbasbûna komên Îsraîlî ji bo mizgefta Qudisê ji bo pêkanîna rêûresmên xwe dîsa dest pê bikin. Ew jî bû sedem di rojên derbasbûyî de rageşî çêbibe û dibe ku aramî zêde dirêj neke yan jî artêşa Îsraîlê rê li ber komên Îsraîlê bigire. Ji ber ku eger ew yek bû, dê nekeve berjewendiya Îsraîlê a kontrolkirina Qudisê.

‛ÎSRAÎL GEFA VEGERA LI SIYASETÊN SIÛQASTKIRINÊ DIXWE’

Di heman demê de rojnameya The Tims a Brîtanî li ser zimanê çavkaniyên îstîxbaratî got: "Îsraîlê bi hevalbendên xwe re nîqaş dike ku ew ê komên siûqastkirinê bişîne ku serokên Hemasê yên li derve ji bo tolhilanîna êrişên dawî, bikuje. Bi wê yekê re peyama Îsraîlê ji Hemas û komên Filistînê re eşkere ye ku ew amadekariya rageşiyê dike."

Ji dema ku operasyonên Filistînê zêde bûne de, dest bi hemleya tehrîdkirina îsraîlî ya fermî û çapemeniyê ji bo qetilkirina serokê tevgera Hemasê Yehya El-Sinwar li Xezayê hatiye kirin. Ew hemle piştî kuştina 3 welatiyên Îsraîlê li bajarê Elad ê Îsraîlê zêde bû, ji ber ku ew yek hemwextî axaftina El-Sinwar hat ku wî bang li welatiyên Filistînê yên li Xeza kiribû ku parastina El-Eqsa bikin û operasyon pêk bînin. Vê yek hişt ku Ketaib El-Qesam ên tevgera Hemas gefa bersivek tund li Îsraîlê bixwin eger El-Sinwar an jî rayedarekî din ên Filistînî bê kuştin.

Di heman demê de çavkaniyên Filistînî diyar kir ku Misir di navbera komên Filistînî li Xezayê û Îsraîlê de navbeynkarî dike, ji ber şer çênebe ketiye tevgerê. Hat zanîn ku dê Istixbarata Misirê bang li aliyên Filistînê û Îsraîlî bike bên Qahîra û dosyayan nîqaş bikin.

Girîngtirîn dosyayên ku dê bên nîqaşkirin jî şerê li Xeza û Qudisê,  rêgiriya li ber veguhstina şer ji bo Xezayê, her wiha rêgiriya Îsraîlê ji bo kuştina rayedarên Filistînê ye.

REWŞ BER BI KU VE DIÇE?

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Telal Ogil ji ajansa me re got: "Rewş bi hêsanî ber bi rûdana şerekî di navbera Xeza û artêşa Îsraîlê ve naçe, her du alî piştî buyerên Gulana 2021’an naxwazin careke din şer bikin."

Telal Ogil diyar kir ku serokê hikûmeta Îsraîlê Naftali Bennett baş dizane ku eger şer li Xezayê rû bide dê hikûmeta wî bikeve, taybet piştî ku endamekî parlemantoyê jê vekişiya.

Lê ne dûr e Îsraîl ji bo razîkirina gelê xwe bijarteya kuştina rayedarên filistînî yên li derve pêk bîne.

Ogil da zanîn ku di dema niha de dosyayên li ber teqandinê hene mîna " serdegirtina ji bo mizgefta EL-Eqsa. Lê komên Filistînî vê yekê red dikin. Her wiha siyasetên bicihkirinê li Xezayê hene.

Di heman demê de dosyaya operasyonên Filistînî yên ku derfet heye raweste, ev yek dihêle ku Îsraîl berê xwe bide hin bijardên  cuda ji bo zextê li çavkaniya operasyonan bike, wezîrê artêşê Bînî Xants jî gef li wan kesên ku daxwaza operasyonan dikin xwaribû."

Ogil di dawiyê de got, di rojên bê de dê her tişt eşkere bibin, ka dê şerekî berfireh rû bide yan jî îstîqrarî.

(şt)

ANHA