​​​​​​​'Şikandina tecrîdê wê planên mêtingeriyê têk bibe '

Endamên Meclisa Gel a gundewarên rojhilatê Dêrazorê diyar kir ku armanca tecrîda li ser rêber Ocalan, têkbirina projeya neteweya demokratîk, kûrkirina krîzên li Rojhilata Navîn û hedefgirtina gelên bi saya vê projeyê azadiya xwe bi dest xistine, ye.

​​​​​​​'Şikandina tecrîdê wê planên mêtingeriyê têk bibe '
11 gulan, 2022   23:40
DÊRAZOR- FATME EL-EBID

Ji dema dîlgirtina rêber Ocalan bi komploya navneteweyî di 15'ê Sibata 1999’an de, dewleta Tirk tecrîd li ser rêber Ocalan ferz kir, nahêle parêzer û malbata wê bibînin û di salên dawî de tecrîd girantir kiriye; ji ber ku dewleta Tirk berhema serkeftina fikrê wî di neteweya demokratîk de dît.

Di vê çarçoveyê de, hevserokê Meclisa rojhilatê bajarokê Hecînê Mehmûd El-Merkaz got: "Ji bo serketina fikrê demokratîk a ku ji aliyê rêber Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, gelek dewletên kapîtalîst li dijî rêber Ocalan komplo pêk anîn û ji tirsa ew proje wê mafên gelan ên azadî pêk bîne desteka dîlgirtina rêber Ocalan da."

Mehmûd El-Merkaz da zanîn ku berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker hemwextî tecrîda giran li ser rêber Ocalan e, ev jî bi hev ve girêdayî ye û wiha domand: "Ji ber ku em hemû dizanin ku şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dê hemû planên wan li Rojhilata Navîn û cîhanê têk bibe."

Mehmûd El-Mirkaz bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî û civata navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku rêber Ocalan serbest berde û ev tişt anî ziman: "Rêbertî yekane kesê xwedî fikreke ku dikare gelên Rojhilata Navîn û cîhan ji zulm û koletiyê rizgar bike, ye her wiha hemû pêkhate û mezheban azad bike."

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Gel a Hecînê, Xîtam Hido got: "Dewleta Tirk di êrişên xwe û tecrîda li ser rêber Ocalan de dijminê axa me û fikrê me ye. Dewleta Tirk şerê gelên bi saya fikrê rêbertî azad bûne dike û şerê jinên mafên xwe nas kirine û bi saya fikrê rêbertî azadiya xwe bi dest xistiye, dike."

Xîtam Hido destnîşan kir ku jinê di hemû waran de cihê xwe di saziyên Rêveberiya Xweser de girt, ev hemû bi saya fikrê rêber Ocalan e.

Xîtam Hido di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dewleta Tirk naxwaze gelê herêmê bi pêş bikeve, ew dixwaze gel tiştekî ji mafê xwe nas neke û azadiya xwe nexwaze.

 (dx)

ANHA