Kesayetên ku dê tev li komxebata sibe ya li Şehbayê bibin kî ne?

Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilata Navîn û Ewropayê kesayetên navdar dê beşdarî komxebata sibe bibin ku dê li Şehbayê were lidarxistin.

Kesayetên ku dê tev li komxebata sibe ya li Şehbayê bibin kî ne?
9 gulan, 2022   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê di bin navê "Efrîn di navbera dagirkeriya Tirk û berjewendiyên navneteweyî de" de û bi beşdariya kesayetên siyasî, dîplomat, akademîk û rojnamevanên li Rojhilata Navîn û cîhanê komxebatekê li dar dixe.

Di komxebatê de wê bandorên siyasî yên dagirkirina Efrînê, sûc û binpêkirinên li gorî qanûnên navneteweyî û mirovî, rêbazên stratejîk ên ji bo bidawîkirina dagirkeriyê werin nîqaşkirin.

Ji kesayetên dê tev li komxebatê bibin, dîplomatê berê û akademîsyenê zanîngeha amerîkî Columbia David Phillips, balyoza aştiyê ya li Yemenê Raîde El-Zebhanî, mûdîrê Navenda Çavdêrya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ramî Ebdurehman, seroka Desteya Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed, cîgirê Serokatiya Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Mûxtar Xebaşî, Gerînendeya Lêkolînên Aştiyê ya Peymangeha Aştiyê-Amerîka Megan Yudth, serokê saziya Maat a Aştiyê û Geşedanê û Mafên Mirovan-Misir Dr Emîn Aqîl û şîrovekar û lêkolînerê rageşiyên navneteweyî-Amerîka Thoreau Redcroe.

Hin kesayet wê bi rêya online beşdarî komxebatê bibin.

(eh)

ANHA