Dê komeke nû ya çeteyan bo Lîbya were şandin

SOHR`ê ragihand ku li herêmên gundewarên bakurê Helebê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, amadekarî tên kirin ku hejmarek nû ya çeteyan bişînin Lîbyayê.

Dê komeke nû ya çeteyan bo Lîbya were şandin
9 gulan, 2022   12:54
NAVEMDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li herêmên gundewarên bakurê Helebê ku ji aliyê dewleta û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, amadekarî tê kirin ku 75 çete bo Lîbyayê bên şandin. Tê payîn ku ew çete di dawiya vê hefteyê de ji axa Sûriyê derkevin û ber bi Tirkiyê ve biçin û ji wir bo paytexta Lîbya Terablusê bên şandin. Li şûna wan çeteyan dê 50 çete werin vegerandin.

Li gorî SOHR'ê, beriya du hefteyan koma dawîn ya çeteyan ji Lîbyayê vegeriyabû axa Sûriyê.

(dx)