Gaziyên Şer ên herêma Efrînê êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê şermezar kirin

Saziya Gaziyên Şer a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê li dijî çiyayên Kurdistanê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya NY`yê kir ku pêşî li sûcên dewleta Tirk bigirin.

Gaziyên Şer ên herêma Efrînê êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê şermezar kirin
9 gulan, 2022   12:39
ŞEHBA

Bi dehan endamên Saziya Gaziyên Şer a Herêma Efrînê li qada Kampa Berxwedan kom bûn. Endamê saziyê Gîvara Elo û endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di pêvajoya heyî ya çarenûsî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, em dengê xwe tev li dengê her însiyatîfekê dikin ku destekê dide biratî û aştiya di navbera gelê kurd de. Em bang li welatparêzan dikin ku kiryarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şermezar bikin ku xizmeta dijminên Kurd û Kurdistanê dikin.”

Di daxuyaniyê de êrişên leşkerên ser bi hikumeta Kazimî ve li dijî Şengalê û civaka Êzidî hatin şermezarkirin û ev yek hat diyarkirin: “Civaka êzidî pê hesiya ku çiqas ev pêvajo xeter e û ji bo parastina xwe hêzek ji ciwanên xwe ava kir. Ev êrişa hovane berdewama komkujiyên DAIŞ`ê ne ku bi erêkirina Tirkiyê pêk hatin.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi armancên dewleta Tirk a dagirker ji êrişan hat kirin û hat gotin: “Em baş fam dikin ku armanca stratejîk a dewleta Tirk li bakurê Sûriyê, dagirkirina herêmê û talankirina xêr û bêrên wê ye.”

Di dawiya dauxyaniyê de bang li civata navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya NY`yê hat kirin ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker bê girtin ya ku pîvan û peymanên NY`yê yên têkildarî welatên cîran binpê dike. Her wiha zextê lê bikin ku rêzê ji qanûnên NY`yê re bigire û dev ji hedefgirtina sivîlan berde.

(şx)

ANHA