Kongreya 11`emîn a PYD`ê ya Ewropa bi encamên girîng bi dawî bû

Kongreya 11'emîn a PYD'ê ya Ewropa, li bajarê Venlo yê Hollandayê bi biryarên girîng bi dawî bû. Ji wan rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên dagirkirî ji xebatên wan ên sereke bin da ku Sûriyeyeke demokratîk a nû, azad û nenavendî were avakirin.

Kongreya 11`emîn a PYD`ê ya Ewropa bi encamên girîng bi dawî bû
9 gulan, 2022   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN 

Îro malpera fermî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) encamnameya dawîn a Kongreya 11`emîn a partiyê li Ewropayê weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi dirûşma “Bi rihê şoreşa Rojava em xwe bi rêxistin bikin û hebûna xwe biparêzin”, partiya me li Ewropa kongreya xwe ya 11`emîn bi beşdariya 250 delegeyên partiyê yên li Ewropayê di 7-8`ê Gulanê de lidar xist. Tê de nûnerên partiyên kurdî û sûrî yên li Ewropa beşdar bûn. Ev kongre piştî bi dawîbûna aloziya vîrusa Korona li Eworpayê li dar ket ku di encamê de xebatên partiya me asteng kir. Her wiha hemwextî şert û mercên hesas ên navneteweyî li dar ket ku cîhan tevde di nav aloziyê û tevliheviya şerê cîhanê ya sêyemîn de ye. Ev şer ne mîna yê berê ye ku ji kêmtirî nîv serdemekê dest pê kiriye û bingeha wê berjewendiyên kapîtalîst ên di navbera hêzên mezin de ye. Li gel berdewamkirina siyaseta înkarkirin û dûrketina ji rewşê ya rejîma Şamê, berdewamkirina sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, ku dewleta Tirk a dagirker aloziya navneteweyî ya di encamê şerê Rûsya li dijî Ukrayanyê de rû daye, bi kar tîne da ku ajandeyên xwe li dijî gelê me li Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk bîne. Lê şervanên azadiyê li çiyayên Kurdistanê berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Li kêleka wê jî gelek alî hewl didin destkeftiyên gelê me li Şengalê têk bibin.

Li gel van xeteriyên mezin û pêvajoya siyasî ya hesas a cîhanî ku bandor li Rojhilata Navîn û Rojava dikin, partiya me li Ewropayê kongreya xwe li dar xist û armanc kir ku xebatên partiyê di nav kurdistaniyan de bê xurtkirin ku ji ber şert û mercên cuda berê xwe dane Ewropayê, her wiha birêxistinkirina gelê me di aliyên siyasî û civakî de xurtir bike da ku partiya me ya ku bi erêkirina gel û fedakariyên şehîdan ava bûye, xebatên xwe ji bo gel û destkeftiyên wî li her derê bidomîne.

Piştî nîqaşên berfireh, gelek biryarên girîng hatin dayîn ku kar û xebatên partiyê li Ewropa aktîvtir bikin da ku bi rêya têkoşîna li dijî têgehîn ne li gorî ideolojiya partiyê, ezeztî, desthildarî, pêxistina karkirin bi ruhê tîmê, rêxistinkirina gel li wir ji nû ve were berdewamkirin. Di biryaran de li rex birêxistinkirina jinan, rêbazên geşepêdana fikrî da ku jin rola xwe ya pêşeng di aliyên siaysî û civakî de bilîze, biryar ji bo pêşxistina xebatên dîplomatîk hatin girtin, da ku dengê gelê xwe bigihînin navendên biryarê li Ewropayê û da ku dosyayên girêdayî Rojava û Rêveberiya Xweser hertim di rojeva navneteweyî de bin. Her wiha biryarên têkildarî pêşxistina xebatên ragihandinê, beşa ciwanan, çand û hunerê hatin stendin. Di kongreyê de rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên dagirkirî û têkoşîna ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nenavend xebatên sereke yên partiyê ne.  

Di dawiya kongreyê de, rêveberiyeke nû ya partiyê ku ji 39 endaman pêk tê hat hilbijartin. Di nav de jin, ciwan, ragihand, çand û huner heye ku dikarin di vê pêvajoya hesas de destkeftiyan şoreşa Rojava û fedakariyên şehîdan biparêzin. Her wiha da ku PYD`ê ya li Ewropa pêvajoyê di aliyê dîplomatîk û siyasî de li Ewropayê birêve bibe, gelê me li Ewropayê birêxistin bike û xebatên me yên rêxistinî di nav kurdistaniyan de bimeşîne.”

(eh)

ANHA