Rojnameyên erebî: Li gel kûrbûna krîza sotemeniyê Esed serdana Îranê kir

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine der barê piştperdeya serdana Beşar Esed ji Îranê re, aloziya di navbera Başaxa û El-Debîbe û kar û barên Misirê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Li gel kûrbûna krîza sotemeniyê Esed serdana Îranê kir
9 gulan, 2022   07:43
NAVENDA NÛÇEYAN

'SERDANA KAR' A JI NIŞKE VE YA ESED BO TEHRANÊ

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Rêberê Şoreşa Islamî ya Îranê Elî Xamîniî duh bi serokkomarê Sûriyê Beşar Esed re civiy. Esed di 'serdana kar' a ji nişke ve bo Tehranê, bi serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re jî civiya û di heman rojê de vegeriya Şamê.

Medya fermî ya Sûriyê diyar kir ku di hevdîtinan de têkiliyên dîrokî yên her du welatan yên li ser hevkariya dualî û lihevkirina hevbeş têkildarî dosya û pirsgirkên herêmî, hatine nirxandin. Her wiha geşedanên dawîn li herêmê û qada navneteweyî hatine nîqaşkirin.

Xamîniî teqez kir ku Îran ji bo serkeftina bi temamî li dijî terorê û rizgarkirina herêmên mayî yên Sûriyê, dê piştevaniya xwe bo Sûriyê dewam bike. Esed jî got, “Bê guman, baweriya me heye ku hûnê herêmên mayî yên Sûriyê rizgar bikin, bi fermandariya we dê Sûriye yekbûyî bimîne. Divê me têkiliyên bi hêz ya welat û gelê me biparêzin. Ev yek ne tenê ji bo welatên me, lê belê ji bo herêmê jî girîng e.”

Ev serdana Esed a ji nişke ve li gel kûrbûna aloziya sotmeneiyê ji Adara borî ve, pêk tê. Rayedarên hikumeta Sûriyê vê mehê diyar kiribûn ku şertê Îranê bo firotina petrola Îranê ji Sûriyê re ew e ku pere yekser were dayîn. Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebid El-Lehyan jî di serdana xwe ya ji Şamê re gotibû, Îran girîngiyê dide xurtkirina têkiliyên stratejîk bi Sûriyê re.

Tehranê bi milyaran dolar alîkarî da hikumeta Şamê, her wiha çekdar jê re şandin da ku li rex hêzên wê şer bikin. Ji beriya 2 salan ve ev cara yekemîn e Esed serdana Tehranê dike.”  

NAKOKIYÊN BAŞAXA-EL-DEBÎBE BANDORÊ LI PARLAMANTOYÊ DIKIN

Têkildarî kar û barên Lîbyayê jî, rojnameya El-Ereb wiha nivisî: ”Parlamantoya Lîbyayê amadekariya lidarxistina du civînan li tebreq û Sertê dike, da ku budceya hikumeta nû ya bi serokatiya Fethî Başaxa nîqaş bike.

Diyar e ku nakokiyên di navbera Başaxa û Ebdulhemîd El-Debîbe de bandor li parlamantoya Lîbyayê jî kiriye bi taybet piştî ku parlamanter Ziyad Dexîm ragihand ku li parlamentoyê kirîz heye.

Piştî hemleya ku artêşa nîştimanî ya Lîbyayê bi serkêşiya Xelîfa Hefter pêk aniye da ku Terablus ji destê milîsan xilas bike, parçebûn di parlamantoyê de çêbû. Bi dehan parlamanter ji parlamantoyê qut bû û civînên xwe li paytextê li dar xistin.”

DAIŞ ÊRIŞA SÎNAYÊ GIRT SER XWE

Girêdayî kar û barên Misirê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst bi rêya hesabê xwe yê Telegramê duh êrişa li Sînayê girt ser xwe, ku di encamê de efserek û 10 leşkerên misirî hatibûn kuştin.

Rayedarekî leşkerî yê Misirê eşkere kiribû ku artêşa Misirê roja şemiyê, êrişeke terorîst li dijî stasyoneke avê li rojhilatê Qenat Siwêsê têk biriye.

Piştî wê êrişê, serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî endamên Înfaz El-Qanûn ji bo paqijkirina herêmên li bakurê Sînayê ji rêxistinên terorîst erkdar kir.”

 (şx)