Leşkerên ser bi hikumeta Kazimî kelûpelên xelkê Şengalê didizin!

Li Komelgeha Girzerik ya Şengalê, leşkerên ser bi hikumeta Kazimî dikevin malên xelkê û didizin. Li gorî agahiyan leşkerên ser bi hikumeta Kazim dem dirêj dixwazin li wan herêman bicih bibin.

Leşkerên ser bi hikumeta Kazimî kelûpelên xelkê Şengalê didizin!
9 gulan, 2022   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Roj News`ê leşkerên ser bi hikumeta Kazimî, ji roja êrişa ji bo dagirkirina Şengalê dabû destpêkirî ve, hêzek zêde li nav gund û navçeyên Şengalê bicih kiriye. Tevî bi rojane xelkê Şengalê daxwaz dikin leşker ji nav gund û navçeyên wan derkevin, lê heya niha jî derneketine. Ev hêzên Iraqê hema bêje li tevahiya Şengalê belav bûne, êdî dest bi talankirinê kirine.

Leşkerên ser bi hikumeta Kazimî li Komelgeha Girzerik ya Şengalê dikevin malên welatiyan û didizin. Leşkerên Iraqê hîn jî derneketine û li wan herêman xwe ji bo demeke dirêj bicih dikin.

Li gorî dîmenên bi destê ajansa Roj News ketine, leşkerên ser bi hikumeta Kazimî bi wesayîtek barhilgir, li ber derê malek sekinîne û kel û pelên di nava malê de didizin.

Ev tenê dîmeneke, lê ji roja destpêka êrişê ve leşkerên ser bi hikumeta Kazimî talana malên xelkê dikin û tiştên wan didizin.