ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-05-2022
6 gulan, 2022   23:00

-Mclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê merasîmê 5 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, li goristana Şehîd Dijwar li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji bo şehîd Zane merasîmê sersaxiyê li ber mala malbata wî ya li taxa Qidûrbek li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeyên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa yên kantona Qamişlo serjimariya şêniyan dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Beşdarên “Meşa Rûmetê li dijî dagirkerî û xiyanetê” ya li Qamişlo hatiye lidarxistin bang li her kesê kirin ku li hember hevkarî û îxanetê rabin ser piyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê rêveber ê Bendava Rojava "Tişrîn" diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hîn jî ava çemê Firatê qut dike û jiyana derdora 7 milyon kesan dixe xeteriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gaziyên şer êrişên deweta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got, ew ê rê nedin tu dewletekê ku axa wan a bi xwîna şehîdan hatiye avdan dagir bike û heta dawiyê wê li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).       

- Rûspiyê eşîra Elbû Xemîs a Ereb Şêx Elî El-Xemîsî bang li eşîrên Ereb kir ku li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker û projeya wê ya osmanî hevgirtina xwe ava bikin û li gorî armancên neteweya demokratîk têbikoşin.         (BI WÊNE Û DÎMEN).   

HEVPEYVÎN

- Siyamend Elî diyar kir ku ew amade ne di her kêliyekê de Şengalê biparêzin û got:  "Em şervanên YPG'ê qebûl nakin ku li dijî Şengalê êrişên nû werin kirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Hevrikên siyasî li Lubnanê beriya hilbijartinê berdewam in û hewldanên pêşkêşkirina baweriyê bi wezîrê derve yê Lubnanê bi ser neketin. Her wiha Cibran Basîl hevrikên xwe tawanbar kir ku tiştê di dosyaya dengdanên kesên li derve de bûye berpirsiyar dît. (BI WÊNE).

ANALÎZ

Di serî de civaka Êzidî bala hemû Kurdistanê û raya giştî a cîhanê li ser Şengalê ye. Herkes dixwaze fam bike ku ji vê civaka birîndar ku 73 ferman dîtine kî, çi dixwaze. Hin kes bi şaşmayî êrîşên nû yên li ser civaka Êzidî temaşe dikin, hin kes hewl didin rastiya van êrişan çeprast bikin, hin kes jî sînga xwe ji van êrîşan re kirine çeper û vê civaka qedîm diparêzin.

ANHA