'Armanca dewleta Tirk tunekirina Kurd û Ereban e'

Rûspiyê eşîra Elbû Xemîs a Ereb Şêx Elî El-Xemîsî bang li eşîrên Ereb kir ku li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker û projeya wê ya osmanî hevgirtina xwe ava bikin û li gorî armancên neteweya demokratîk têbikoşin.             

'Armanca dewleta Tirk tunekirina Kurd û Ereban e'
6 gulan, 2022   23:38
ŞEHBA- CÛDÎ SÎPAN

Dewleta Tirk a dagirker bi beşdarbûna PDK'ê ji 17'ê Nîsanê ve êrişên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam dike. Li hemberî van êrişan gerîlayên azadiyê berxwedaneke mezin raber dikin.

Heman demê êrişên wê yên li ser Bakur û RojhilatêS Sûriyê bênavber dewam dikin.

Rûspiyê eşîra Elbû Xemîs, şêx Elî Xemîsî ji ANHA'yê re axivî, bang kir ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û planên wê yên dagirkeriyê yên li ser herêmê kir bisekinin. Her wiha diyar kir ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê di çarçoveya vegerandina daxwazên osmaniyan û têkbirina projeya neteweya demokratîk de têne kirin ku hemû pêkhate û gelan hembêz dike.

Şêx Elî Xemîsî da zanîn ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ji metirsiyên dagirkeriya Tirk li ser herêmê bi giştî haydar in, ji ber ku ew ewlehî û aramiya wan dike hedef.

'HERÎ ZÊDE EREBAN JI ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ZIYAN DÎTIN'              

Şêx Elî El-Xemîsî destnîşan kir ku herî zêde gelên Ereb ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ziyan dîtine û got: "Ji ber vê yekê divê em têkoşînê mezin bikin û li hemberî planên wê yên faşîst bisekinin."

El-Xemîsî bang li eşîrên Ereb ên li Sûriye, Iraq û hemû welatên Ereb kir ku li lîstok û planên dijmin ên têkbirina projeya neteweya demokratîk neyên û da zanîn ku armancên dewleta Tirk a dagirker ne tenê qirkirina kurdan e, di heman demê de qirkirina ereban e.

El-Xemîsî bal kişand ser destwerdana dewleta Tirk a di kar û barên welatên din de û got: "Ger em li rewşa welatan ku dewleta Tirk a dagirker destwerdan li karûbarên wan kirine, binêrin, em ê bibînin ku metirsiyek mezin li ser hemû gelên cîhanê heye û ne tenê bi kurdan re sînordar e. Ev jî niyeta dewleta Tirk a faşîst a vegerandina daxwazên pêşiyên xwe yên osmanî diyar dike."

'PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK XILASIYA HEMÛ GELÊN BINDEST E '

Rûspiyê eşîra Elbû Xemîs di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan projeyên rast a rizgarkirina gelên Sûriyê û tevahî gelên bindest e.

El-Xemîsî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bikaranîna hemû çekên qedexekirî lawazbûn, binkeftina wê ya hundirîn û têkçûna projeyên wê yên mêtîngeriyê li herêmê nîşan dida.

' BI ÎRADEYA HEMÛ GELAN WÊ PROJEYA OSMANIYA NÛ TÊK BIÇE '                                                                        

El-Xemîsî da zanîn ku bi îrade û yekitiya gelan wê projeya dewleta Tirk a dagirker têk biçe û wê nikaribe bigihêje armanca xwe û got: "Hûn di têkbirina projeya me ya demokratîk de têk çûn."

Rûspiyên eşîra Elbû Xemîs, Şêx Elî El-Xemîsî di dawiya axaftina xwe de bang li eşîrên Ereb ên li hemû welatên Ereb kir ku ji bo têkbirina dewleta Tirk a dagirker yekitiya xwe ava bikin.

(dx)

ANHA