Bangên tevlêbûna 'Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û îxanetê'

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û PYD`ê bang tevlêbûna 'Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û îxanetê' kir û got “Yên ku dixwazin xwedî li çand, ziman û şehîdên xwe derkevin bila tev li Meşa Rûmetê bibin.”

Bangên tevlêbûna 'Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û îxanetê'
4 gulan, 2022   01:56
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Pêkhateyên herêma Cizîrê li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK`ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ya Başûrê Kurdistanê, her wiha êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, amadekariya 'Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û îxanetê' dikin.

Li gorî komîteya amadekar, dê meş roja pêncşemê (5`ê Gulanê) bi dirûşma “Bi vîna gel û gerîla em ê dagirkerî û îxanetê têk bibin” were lidarxistin.

Têkildarî mijarê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mehsûm Hesen diyar kir ku ji ber xetereya planên li dijî gel ên dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê, pêwîstî bi meşê heye û got: “Ew planên qirêjî pêk tînin da ku vîna gelê me têk bibin û destkeftiyên wî tune bikin.”

Mehsûm Hesen îşaret bi girîngiya xwedîderketina gelê li destkeftiyan kir û got: “Heke gelê me nebe yekdest û bi hêza xwe ya leşkerî re nebe alîkar; wê planên dagirker û qirkeran bigihêjin serî. Dijminên me planên mezin li dijî me saz dikin, mixabin hêzên ku bi navê kurdîtiyê bang dikin mîna PDK`ê, hevkariyê bi dijmin re dikin.”

Hesen bang li welatiyan kir û got: “Banga me ji bo hemû kesên welatparêz û birûmet heye ku tev li Meşa Rûmetê bibin. Yên ku dixwazin xwedî li çand, ziman û şehîdên xwe derkevin bila tev li meşê bibin.”

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Qamişloyê Mesûd Dawûd jî daxuyand ku girîng e di meşê de helwest bê nîşandan û got: “Divê gelê me bê helwest nemîne.”

Dawûd ev bang kir: “Em bang li partiyên siyasî û saziyên li Rojava dikin ku li dijî êrişên qirkirinê rabin ser pêyan.”

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Şêrhat Ehmed jî êrişên hevbeş ên dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şermezar kirin û diyar kir ku bi piştgirîdayîna gerîlayên HPG û YJA-Starê ew ê li hember êrişan rabin.

Şêrhat Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir ku tev li Meşa Rûmetê ya li dijî dagirkerî û îxanetê bibin.

(cx)

ANHA