Têkiliyên ewlehiyê yên Enqere û Şamê; armanc û bandorên wê

Di kêmî salekê de gelek caran wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Mevlut Çavuşoglu hevkariya welatê xwe ya bi hikumeta Şamê re ya li ser asta ewlehiyê, eşkere dike. Lê hikumeta Şamê vê yekê red dike. Di vê der barê de gelek pirsên têkildarî têkiliyan û bandora wê li qada Sûriyê derdikevin pêş.

Têkiliyên ewlehiyê yên Enqere û Şamê; armanc û bandorên wê
4 gulan, 2022   04:06
KOBANÊ-CUMA MIHMED

Daxuyaniya Çavuşoglu ya hefteya derbasbûyî ne tiştekî nû ye. Îlona par jî wezîrê Tirk behsa têkiliyên di navbera Enqere û Şamê de ya li ser asta ewlehiyê kiribû, lê hikumeta Şamê wê demê û beriya çend rojan jî ew daxuyanî red kir.

Li gorî çavdêran, nêzîkatiyên dewleta Tirk ne tiştekî nû ne, lê belê encamên gelek guhartinên herêmî û cîhanî ne. Lê têkildarî pêşeroja vê "hevkariyê" yan guhartina ku dê di dosya Sûriyê de çêbibe, tu kes nikare çareser bike yan jî bi dawî bike.

BINKETINA PROJEYA BERFIREHKIRINA QADA DAGIRKERIYÊ

Ji dawiya sala derbasbûyî ve, rayedarên Tirk zimanê gefxwarinê bi zimanê "dostanî û hevaltiyê" guherandin. Ev yek nîşan dide ku guhertin di perspektîfên kesên, pisûlaya Tirkiyê ji Enqereyê de bi rêve dibin, çêbûye.

Beriya kêmî salekê dewleta Tirk dijminatiya xwe ya ji gelek dewletên Ereb û Ewropa re eşkere dikir, her wiha piştgiriya Îxwan El-Misilmîn dikir. Ev yek bû sedem ku têkiliyên wê yên bi derdorê re têk biçin. Ev yek bi awayekî neyînî bandor li aboriya Tirkiyê kir. Li aliyekî din jî rêjeya bêkariyê zêde bû û dengên kesên li dijî desthilatê derketin, zêde bû.

Lê serokkomarê Tirk li ser gelek tiştan tawîz dan. Hewl da têkiliyên xwe bi Misir û dewletên Kendavê re normalize bike, Erdogan serdana Erebistana Siûdî û Îmaratê kir. Her wiha pêşwaziya serokê Îsraîlê kir û dev ji zimanê gefan û provokasyonê bi Ewropa û DYA'yê re berda.

Lêkolînerê Têkiliyên Navneteweyî Mihemed Rebî Dêhî ji ajansê re axivî û got: "Bê guman Tirkiyê piştî ku di projeya xwe ya berfirehkirinê de li herêmê bi bin ket û timayên Erdogan hatin eşkerekirin, hewl dide li teoriya çareserkirina hemû kêşeyan vegere. Ji ber vê yekê ber bi avakirina têkiliyên nû bi dewletên ereban re diçe ku li gorî şertên erebî be."

Lêkolînerê misrî diyar kir ku heger behsa hevkariya ewlehiyê ya di navbera Tirkiyê û rejîma Sûriyê de tê kirin, ev nayê wateya destpêkirina normalîzekirina têkiliyên her du aliyan, lê tê wateya hewldana sererastkirina têkiliyan bi aliyên Sûriyê re ku ji ber helwesta Tirkiyê ziyanên mezin dîtin.

Lêkolîner ev nirxandin kir: "Dema behsa hevkariya ewlehiyê ya di navbera her du aliyan de tê kirin, ne mûmkin e mirov wê bi gelek geşedanên herêmî û navneteweyî ve girê nede, ji wan aloziya Ukraynayê û projeya lihevkirinê ya bi dewletên ereban re ku di demên bê de ji her du welatan tê xwestin, lê dema mirov behsa têkiliyên baş ên her du welatan ên beriya 2011`an bike, divê destpêkê mirov îşaretê bi şertên pêşwext ên rejîmê li ser Tirkiyê ferz kir, bike ji wan qedexeya mudaxeleya rewşa Sûriyê bike û divê ji herêmên dagir kiriye derkeve."

Dêhî diyar kir ku Rûsya di guhartina nêrîn û helwesta Tirkiyê ya têkildarî aloziya Sûriyê de rolek list, da ku Enqere îqna bibe ku "rejîm beşek ji çareseriyê ye''. Ev jî dibe ku bibe faktorekî avakirina hevkariya ewlehiyê ya di navbera her du aliyan de.

Mihemed Rebî Dêhî armancên rejîma Tirk ji avakirina têkiliyên bi hikumeta Şamê re wiha rêz kirin: "Planên Tirkiyê li Sûriyê û herêmê têk çûn, ji ber xwepêşandanên gel ên li hemberî Tirkiyê û boykota gel, heman demê ji ber destwerdanên Tirkiyê di dosyayên erebî de, şertên ku Misir û Erebistana Siûdî li ser Enqere ferz kirine ku destwerdanê li kar û barên ereban nekin, her wiha ji ber rola Rûsya ya taybet ku têkiliyên wê bi Enqere re pir xurt in, zextê li Tirkiyê dike ku bi rejîma Sûriyê re li hev bike."

ÇAVÊN HER KESÎ LI RÊVEBERIYA XWESER E

Wezîrê karê derve yê Tirkiyê digot, hevkariya bi hikumeta Şamê re dê li dijî Rêveberiya Xweser û hêzên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêzin be.

Çavdêrên rewşa Tirkiyê dişopînin da zanîn ku tawîzên ku Enqereyê dide, bi aramnca lawazkirina Rêveberiya Xweser, QSD`ê û projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyasetmedar û çavdêrên dibêjin, nêzîbûna Tirkiye û rejîma Şamê dê li ser hesabê vê herêmê bin, nexasim derbekirina Rêveberiya Xweser ji berjewendiyên her du aliyan e.

Tişta balkêş ew bû ku ev helwesta Tirkiyê hemwextî zêdekirina êrişên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet  Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir, Şehbayê pêk hat.

Gelê Sûriyê bi fika li nêzîbûna Tirkiyê û hikumeta Şamê dinêrin, nemaze ku daxwaza wan ew e ku herêmên dagirkerî ji dewleta Tirk û çeteyên wê werin rizgakirin û her hevkariyeke bi Tirkiyê re tê wateya rewakirina dagirkeriyê.

Planên Tirkiyê yên li Sûriyê ji her kesî re eşkere ne ku xeta sînorî bi kûrbûna ne kêmî 30 metreyî dagir bike. Kiryarên wê yên li herêmên dagirkerî niyetên wê eşkere dibin. Ji ber vê yekê diyar dibe ku her nêzîbûneke Tirkiyê û rejîma Şamê wê ne li gorî berjewendiyên Sûriyê be.

(eh)

ANHA