​​​​​​​PDK: Li Kurdistanê xeta xiyanetê 2 – DIYAR XERÎB

​​​​​​​PDK: Li Kurdistanê xeta xiyanetê 2 – DIYAR XERÎB
3 gulan, 2022   23:38

Me berê jî anî ziman, malbata Barzanî li Başûrê Kurdistanê bi şerê eşîran derdikeve ser rûyê dîrokê, wisa tê naskirin. Di destpêke de eşîra Barzanî pir nayê naskirin, lê bi taybetî di dawiya salên 1800’î de malbata Barzanî bi nasnameya melatî û şêxtiyê xwe derdixin pêş. Eşîra Barzanî ku bi eşîrên din re di nava pevçûneke de ye, da ku di van pêvçûnan de bi ser bikeve meqama melatî û şêxtiyê ku wê demê tesîra wê li ser civakê zêde ye, hildibijêrin û di vê yekê de bi ser jî dikevin. Piranî eşîrên li Başûrê Kurdistanê têk dibin; an wan didin koçberkirin, an jî teslîm digirin û tev li xwe dikin. Mînak, yên ku herî zêde şerê eşîra Barzanî kirine, eşîra Zêbarî ye. Jixwe dibêjin di destpêke de Barzanî, di bin serweriya Zêbariyan de bûne. Lê piştî şikandina wan, wan teslîm digirin. Hinek kesên serdest ên vê eşîrê îro jî di nava PDK’ê de roleke girîng dilîzin. Her wiha şerê eşîra Biradostan jî demeke dirêj berdewam dike; gelek êrişên Barzaniyan li gel hinek eşîrên din ku teslîm girtine, li ser Biradostiyan çêdibin. Gelek serokên wan dikujin û koçber dikin, hinek kesên serdest ên vê eşîrê jî teslîm digirin. Lê di roja me de jî bertekeke mezin ya Biradostiyan li hemberî Barzaniyan heye, ji ber vê Barzanî hê jî bi dudilî nêzikî Biradostiyan dibin. Gelek mînakên din mirov dikare bihejmêre.

Bi kurtasî malbata Barzanî şerê xwe yê destpêke li hemberî eşîrên Kurdan dimeşîne. Piştî ku 1946’an PDK-Iraq ava dibe û pişt re deshilatdariya vê partiyê malbata Barzanî bi dest dixe, ev şer li dijî partî û derdorên din ên Kurd jî berdawam dike. Di vê pêvajoyî de serokatiya malbatê Mela Mistefa Barzanî girtiye ser xwe. Lê dema ku şer êdî şerê eşîran derbas dike û dibe şerê dewletan, Barzanî piştgiriya dewletan digere. Ji salên 1930’î heya 1958’an li Başûrê Kurdistanê derdikeve. Demekê li Rojhilatê Kurdistanê dimîne, piştre derbasî Rûsyayê dibe. Ango dema ku tengav dibe, dev ji her tiştî berdide û ji welat derdikeve. Di encamê de jî gelên ku li cih dimînin rastî komkujiyan tên. Ji vê yekê re ‘çanda aşbetal’ dibêjin ku PDK’ê bi pêş xistiye. Ev jî xwe dîspêre nêzikatiya ku dibêje divê pişta te hebe ku tu tiştekî bikê. Di 1964’an de pirsgirek di navbera Mistefa Barzanî û Îbrahîm Ehmed de hene. Wê demê Îbrahîm Ehmed sekreterê PDK’ê yê Başûr bû. Mela Mistefa Barzanî jî serokê PDK’ê bû. Sedema vê pirsgirêkê çibû? Wê demê Abdulselam Arif serokê Iraqê bû. Ew 1963’yan de bû serokê Iraqê. Demekê dan û standin li gel PDK’ê çêkirin. Qet mafê Kurdan nedan. Dan û standina Abdulkerîm Qasim çêkiribû, nasname û mafê Kurdan qebûl dikir. Lê Abdulselam Arîf hat û dijberî wê kir û Kurd aciz bûn û ew dan û standin jî xilas bûn.

Piştî ku di 1958’an de li Iraqê hinek derfet çêdibin, Mela Mistefa vedigere Iraqê û rêveberiya PDK’ê bi dest dixe. Her çiqasî kesên pêşeng yên di nava tevgerê de ji vê eciz bin jî, nikarin tiştekî bikin. Di 1961’an de di navbera PDK’ê û rêveberiya Iraqê de pirsgirek derdikevin û rêveberiya Iraqê ya wê deme peymanên çêkirin û sozên ku dane bin pê dikin û di navbera herdu aliyan de şer derdikeve. Di 64’an de Abdulselam Arîf serokê Iraqê yê wê demê tengav bû û careke din xwest ku diyalog bike. Wê demê polîtîk buroya PDK û Îbrahîm Ehmed wan gotin, em Abdulselam Arîf re nakevin diyalogan. Lewra ew dixwaze me bixapîne û tiştên ku Abdulkerîm Qasim qebûl kiribûn jî ew red dike. Lê Mistefa Barzanî got, ez ê diyalogê bikim.

Di emcamê de Mistefa Barzanî û Abdulselîm Arîf pêk ve daxûyanî dan û gotin em diyalog dikin. Ew bû sedem ku êdî polîtîk buroya PDK li hemberî Barzanî helwest bigire. Wan jî daxwûyanî dan, gotin ew diyalog temsîla Kurdan nake. Temsîla şexsê xwe dike û tiştekî xirab e. Ew bû pirsgirek û di tirmeha 64’an de ji hev qetiyan. Barzanî kongre çêkir û ew ji partiyê avêtin. Pişt re jî hêzeke leşkerî şand ser Polîtburo û ew jî reviyan Îranê, heya 65’an jî li Îranê bûn. Piştî malbata Barzanî PDK’ê bi dest dixe jî li hemberî Kurdan jî şerê wan bi vî şeklî destpê dike û yên ku destpêke şerê wan kirine jî, hevalên wan yên partiyê ne. Piştî şerê Eşîran, din ava partiyê de jî şerê wan destpê dike.

Pişt re PDK’ê ya Barzaniyan bi Îranê re hev dike û Îran Wan radestî Barzanî kirin. Îbrahîm Ehmed radest nebû û çû Brîtanya. Lê Celal Talabanî, Elî Eskerî, Omer Dabebe û çend kesên din hatin û radestî Barzanî bûn. Barzanî soz da ku wan afû bike û car din mesuliyet bide wan. Komek zêde bûn û rêvebiriya PDK bûn. Barzanî hinekên wan afû dike û hinekên wan afû nake. Ew jî di destpêka 66’an de dibêjin Barzanî şaştî dike û PDK ji nû ve ava dikin. Ew kesên ku ji Barzanî eciz bûne kom kirin û bi navê PDK ya Şoreşger hizbekî nû ava kirin. Lê li hemberî hêza PDK’ê nikarin pir tesîr bibin.

Jixwe di wê demê de Îran piştgiriya PDK’ê dike da ku bi Iraqê şer bike û şerê PDK’ê bi piştgiriya Îranê bi Iraqê re careke din destpê dike. Dema ku di 1975’an de Îran û Iraq bi peymana Cezayîrê li hev dikin, şertekî peymanê jî ev e ku Îran piştgiriya PDK’ê neke. Îran, ji PDK’ê re dibêje dev ji şerê Iraqê berde û êdî tu şer bikê jî ez piştgirî nadim te. Li ser vê esasê careke din PDK’ê aşbetalê îlan dike. Ev yek li Başûrê Kurdistanê şikestineke mezin çêdike. Deh hezaran pêşmerge bi çek in, lê ji ber ku PDK dibêje pişta me tine aşbetal îlan dike û derdikeve dervayî welat. Lê dîsa gelê ku li pişt wan dimîne ji insafa Iraqê re tê hiştin.

Di sala 1976’an de hin kesên weke Îbrahîm Ehmed û Celal Talebanî ku ev demeke dirêj e ev sekna PDK’ê aciz in, li Şamê Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) ava dikin, careke din berê xwe didin Başûr û li hemberî Iraqê şer dikin. Wê demê PDK lewaz bû û belav bûbû, da ku bikare tiştekî bike ji xwe re li piştgiriyekê digeriya. Lê dema ku dît YNK li Başûr xwe bi rêxistin dike û şer dike, perspektif da eşîr û xelkên nêzîkî xwe û got “bibin cehş.” (Cehştî li Başûrê Kurdistanê Kurdên ku çekên dewleta Iraqê digirin û ji bo wê şer dikin.) Ji bo ku nebin pêşmerge û YNK nikare li van herêman fireh bibe. Perspektîfeke bi vî rengî da xelkê xwe. Hinek fermandarên xwe jî zivirandin welat da ku bibin cehş û wî karî bikin. Vê yeke bi awayekî vekirî hevkariya bi arteşa Iraqê re ku wê demê Sedam Hisen serokê wê bû, îfade dikir. Dê ev yek ji bo PDK’ê êdî bibûya çandek.

Bûyereke din girîng ku weke lekeyeke reş derbasî dîroka PDK’ê bûye jî komkujiya Colemêrgê ye. Di sala 1978’an de PDK hê xwe komî ser hev nekiribû. YNK di bihara 1978’an de hêzeke ku ji hezar pêşmergeyî pêk tê, tîne herêma Xakûrkê. YNK dibêje me ew hêz anîbû ku em biçin û çekên ku Sûriyê ji me re şandine, bigirin. PDK jî dibêje ew hêz anîbûn da ku me tesfiye bikin. Ew hêz derbasî herêma Şemzînan dibe. Wê demê tesîra PDK’ê li ser herêma Şemzînan û Gerdiyan zêde ye. Ev herêm li Bakurê Kurdistanê ne, lê li ser sînorê Başûr in. PDK bi eşîrên wan herêman û dewleta Tirk re dikevin têkiliyê. Dema ku ew hêza YNK’ê diçe wê herêmê, van eşîr ji wan re kemînê datînin û êrişî wan dikin. Ji ber ku berf pir e, nikarin tev bigerin. 700 pêşmergeyên YNK’ê dikûjin, hinekên wan jî dîl tên girtin, hejmareke kêm jî dikarin xwe rizgar bikin.

Hinek fermandarên bi nav û deng yên weke Elî Eskerî, Doxtor Xelîd, Tahîr Welîbeg ku di nava gel de pir tên hezkirin û salên dirêj li hemberî Iraqê şer kirine, di wê bûyerê de tên kuştin. Bi destê Îdrîs Barzanî, Samî Abdurahman, Kerîm Şengalî ku niha wezîrê karê navxweyî yê Başûrê Kurdistanê ye, tên kuştin. Wê demê PDK, kongre çênekiribû, bi rêveberiya demkî kar dikir. Di rêveberiya demkî de jî Îdrîs Barzanî, Samî Abdurahman, Kemal Kerkûkî, Kerîm Şengalî û Azad Berwarî hebûn. Bi destê van kesan û eşîrên wê herêmê, zêdetirî 700 pêşmerge tên kuştin.

Di salên 1980’yî de şerê Îran û Iraqê dest pê dike. Da ku rêxistinên Kurdan di vî şerî de bigire gel xwe Îran wan kom dike û li hemberî Iraqê dide şerkirin. Di destpêke de PDK û YNK, hemû hêzên wê demê piştgiriya Îranê dikin. Ev şer 8 salan berdewam dike. Lê dema ku di 1988’an de Îran ber bi têkçûnê ve diçe û şer tê sekinandin, di navbera Îran û Iraqê de diyalog tên çêkirin. Rêveberiya Iraqê ya wê demê di bin serokatiya Sedam de careke din berê xwe dide Kurdan. Lê wekî her carê dîsa aş betal tê îlankirin û gelê Başûrê Kurdistanê bi komkûjiyeke mezin re rû bi rû dimîne. Bi taybetî ev bûyera ku weke Enfal tê binavkirin, tê de bi deh hezaran Kurd bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. Bi taybetî herêmên Dokan, Karadax, Germiyan, Çemçemal, Koye, Hewlêr, Şeqlewa, Ranya, Diyana, Rewanduzê êriş li ser gel pêk tên. Di 16’ê Adarê de jî bi hejmareke zêde ya balafir û teyareyan li Helebceyê da û çekên kîmyewî avêtinê. Di wê demê de serjimara Helebceyê, 75 hezar bû. Teqrîben 5 hezar kes tên kuştin, çekên kîmyewî bandorê li 12 hezar kesî dikin û yên din jî direvin.

Di vê demê de nêzikî 4 hezar gundên Kurdistanê şewitandin û rûxandin. Teqrîben 10 hezar kes, bi kîmyasalan hatin qetilkirin. Yên ku hatine mişextkirin û winda ne jî li gorî civakê 182 hezar in. Li gorî belgeyan teqrîben 110 hezar in. Bi vî rengî xelk hatin mişextkirin. Heya niha gorên gelek kesan nehatine dîtin.

Piştî vê pêvajoyê PDK û rêxistinên din ên Kurdan, demeke dirêj li dervayî welat dimînin. Lewma aş betal e û kesekî piştgiriya wan bike, nemaye. 1991’an dema Iraq êrişî Kuweytê dike, hinek hêzên navneteweyî mudaxeleyî Iraqê dikin û qada hewayî ya Başûrê Kurdistanê ji teyareyên Iraqê re digirin. Di vê demê de li hemberî Iraqê serhildanên gel destpê dikin. PDK û rêxistinên din yên Kurd vê yekê weke derfet dibînin û careke din vedigerin Başûrê Kurdistanê. Di vê pêvajoyî de dîsa bi piştgirî û hevkariya hin hêzên derve re meclîsa Başûrê Kurdistanê tê avakirin. PDK û YNK Başûrê Kurdistanê di navbera xwe de parve dikin.

Lê pir dirêj nake, PDK careke din dixwaze hemû Başûrê Kurdistanê bi dest bixwe û di navbera PDK û YNK’ê de şer dest pê dike. Di sala 1996’an de jî mintiqeya Hewlerê di bin serweriya YNK’ê de bû. Beşeke zêde ya Başûr di bin serweriya YNK’ê de bû, Sîdekan û Dihok wan deran jî di bin serweriya PDK’ê de bûn. PDK’ê bi hevkarî û tanqên Iraqê êrişî Hewlêrê kir. YNK di vî şerî de têk çû û Hewlêr di wê deme de ket destê PDK’ê. Demeke dirêj li gel artêşa Iraqê Hewlêr bi rê ve bir. Ji ber vê li Başûr navê PDK’ê wek ‘Cahşê 96’an’ hate naskirin.

Nîşe: Ev nivîs ji pirtûka “Dîroka Kurdistanê” ya şehîd Helmet (Diyar Xerîb) hatiye berhevkirin.