Koçberên Efrînê: Azadiya fîzîkî ya Rêbertî armanca me ya pêşîn e

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna jiyaneke azad û wekhev armancên wan ên pêşîn in.

Koçberên Efrînê: Azadiya fîzîkî ya Rêbertî armanca me ya pêşîn e
Koçberên Efrînê: Azadiya fîzîkî ya Rêbertî armanca me ya pêşîn e
Koçberên Efrînê: Azadiya fîzîkî ya Rêbertî armanca me ya pêşîn e
Koçberên Efrînê: Azadiya fîzîkî ya Rêbertî armanca me ya pêşîn e
26 tîrmeh 2024   03:06
ŞEHBA

Şêniyên Efrînê yên ku ji ber dagirkeriya Tirk koçberî Şehbayê bûne, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Sîvana Hesen tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku ew beşdarî tevahî çalakiyên bi daxwaza azadiya wî ya fîzîkî dibe. Sîvanayê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêşxistina civakê û ji bo avakirina civakeke wekhev kedeke mezin daye.

Asya Ebdullah jî anî ziman ku di serî de CPT, tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî berpirsên jiyana Rêber Abdullah Ocalan in. Her wiha diyar kir ku ew bi beşdariya xwe ya çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan asta girêdana xwe ya bi Rêber Abdullah Ocalan û redkirina pergala tecrîdê ya li Îmraliyê nîşan didin.

Osman Ebdo jî da zanîn ku ew di pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de bi israr in û wiha axivî: "Em di wê baweriyê de ne ku dê azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were lew ra em dadikevin qada. Bi azadiya wê ya fîzîkî dê jiyaneke azad û bi rûmet mîsoger bike û dê dawî li desthilatê were. Em bangewaziyên xwe yên azadiya wî ya fîzîkî ranawestînin."

(bb)

ANHA