Hesen Koçer: Armanca Tirkiyê Sûriyê û Iraq e

Reportaj Summay

Hesen Koçer: Armanca Tirkiyê Sûriyê û Iraq e
25 nîsan 2022   01:57

Hesen Koçer diyar kir ku hêzên cîhanê Tirkiyê bi pêkanîna êrişan li ser herêmên erkdar kirine û armanca sereke ya êrişan parçekirina Sûriyê ye. Her wiha anî ziman ku helwesta PDK'ê li dijî welatparêzî û nirxên mirovahiyê ye.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer di hevdîtinekê li gel ANHA'yê de, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê nirxandin.

Koçer bal kişand ser planên mêtîngeriyê yên Tirkiyê yên li Sûriyê û welatên din ên Ereban. Her wiha îşaret bi piştevaniya navneteweyî bi planên Tirkiyê re û bazirganiya PDK'ê bi doza kurdî kir.

Hevpeyvîn wiha ye:

Di demên dawîn de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye, balafirên bê mirov û moşekan bi kar tîne. Bi nêrîna we sedem çi ye?

Êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê ne nû ne. Bi destpêka şoreşa Sûriyê û buhara ereban re  dewleta Tirk roleke xirabker li herêmê list, xeta şoreşa Sûriyê guhert û şoreş ji navaroka wê ya demokratîk derxist, her wiha bi destekayîna komên tundraw û çeteyên DAIŞ'ê re hêviyên gelan tune kir.

Min got ev êriş ne nû ne û wê dewam bikin.  Armanca sereke ji êriş têkbirina projeya demokratîk, parçekirina civak û gelê herêmê ye, her wiha tunekirina çanda gelan e. Armanca duyemîn em dikarin dabeşî du beşan bikin; ya yekemîn derbarê Kurdan de ye, dewleta Tirk armanc dike ku gelê Kurd tune bike, ji ber ku bi fobiya kurdan ketiye û bi qetilkirina Kurdan rihet dibe, dewleta Tirk li ser înkarkriina Kurdan û gelên herêmê hatiye damezirandin. Ya duyemîn girêdayî êrişên li dijî Ereban e, dewleta Tirk hewl dide aloziyê li welatên Ereban biafirîne.

Armanca dewleta Tirk ew e ku împratoriya osmanî ya kevn vegerîne û serweriya xwe li herêmên Ereban ferz bike. Aloziya ku li Sûriyê afirandiye, destwerdana li kar û barên dewleta Iraqê û gefxwarinên li istiqrara wê û destwerdana li karûbarên Lîbyayê îsbatên vê yekê ne. Dewleta Tirk dewleteke hov e, guh nade tu kesî. Bêdengiya civata navneteweyî jî bi zanebûn e ku destekê dide siyasetên dewleta Tirk.

Her kes dizane ku Tirkiyê destek da DAIŞ'ê û terorê li herêmê xurt dike. Bêdengiya civata navneteweyî îsbat dike ku di sûcên qetilkirin, qirkirin û koçberkirinê de ku DAIŞ û dewleta Tirk rojane bi balafirên bê mirov ên bi çek  welatî û gelên herêmê pêk tîne, beşdar e. Ev planên sîstematîk in, armanc jê şikandina îradeya gelan, belavkirina tirsê û têkbirina projeya demokratîk e.

Sûcek nemaye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li herêmên dagirkirî nekirine, lê civata navneteweyî bêdeng e. Lê civata navneteweyî derbarê destwerdana leşkerî ya Rûsya ya li Ukraynayê de li dû hev daxuyaniyan dide. Bi nêrîna we çima civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî bêdeng in?

Bêdengiya civata navneteweyî ya derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gelekî eşkere ye, ji ber ku dema bandorê li berjewendiyên wê nake bêdeng e. Lê li Ukraynayê berjewendiyên wê hene. Armanc jê çemberê li Rûsyê tengav bike û Ukraynayê veguherîne qada şer. Ev xizmeta berjewendiyên wê dike ji ber vê yekê bêdeng e.

Êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmê xizmeta berjewendiyên civata navneteweyî dike, ji ber vê yekê bêdeng e. Ev rastiyeke eşkere ye. Rûsya û Amerîkayê xwe wekî garantorên agirbestê nîşan didin. Tirkiyê herêmê li pêşiya çavên wan dike hedef û asîmanê xwe li pêşiya wê vedike. Ev dide diyarkirin ku ew tu girîngiyê nadin wan lihevkirinan. Her kes li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Divê gelê me vê yekê bizanebe.

Siyaseta civata navneteweyî siyaseteke du rû ye. Derbarê Ukraynayê de dengê wê bilind dibe, lê derbarê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dengê xwe nake. Rojane welatî tên hedefkirin û şehîd hene. Ev tê wateya ku Tirkiyê xizmeta berjewendiyên hêzên navneteweyî dike.

Hemwextî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk bi beşdarbûna PDK'ê êrişên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kiriye. Gelo girêdan di navbera van pêşketinan de heye?

Belê girêdan heye. Armanca Tirkiyê ne tenê Sûriyê ye, lê belê Iraq jî ye. Tirkiyê niha roleke li ser esasê pêkanîna hevsengiyên nû li Rojhilata Navîn pêk tîne. Hêzên cîhanê Tirkiyê bi pêkanîna êrişan erkdar kiriye. Bêdengiya navneteweyî delîlê vê yekê ye.

Êrişa niha li ser Başûrê Kurdistanê, ne bi destê Tirkiyê tenê tê kirin. Lê destên hêzên din jî tê de heye. Hin hêz bêdeng in, ev bêdengî mîna destekdayîna Tirkiyê ye. Hin hêzên din rasterast destekê didin Tirkiyê da ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê were tesfiyekirin. Nedîtina çareseriyeke navneteweyî ji aloziya li Sûriyê û Iraqê re jî delîl in. Ji ber vê yekê hewl didin aloziyê kûrtir bikin, hîn zêdetir komkujiyan pêk bînin. Dewleta Tirk ji hemû mijarên ku me bi bîr xistin, hêzê digire.

Tirkiyê bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî destwerdanê li piraniya dewletan dike. Pirsa ku li vir derdikeve pêş; gelo ewlehiya neteweyî ya vê dewletê heye û ya gelên herêmê tune ye? Çima hesasiyeta ewlehiya neteweyî ya gelên li Iraq û Sûriyê di ber çavan re nayî girtin û çima hesasiyeta ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê di ber çavan re tê girtin? Ev delîlê wêrankirina Iraq û Sûriyê bi awayekî plankirî ye. Ji bilî Tirkiyê destê gelek hêzan di vê yekê de heye.

Hûn hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de çawa dinirxînin, bandorên wê dê li doza kurdî û doza gelên Kurdistanê çi be?

Beşdarbûna PDK'ê di êrişên Tirkiyê de bandorê li dewleta Iraq û û gelê Kurd dike. Li Sûriyê jî dewleta Tirk piştgirî dide komên çekdar. Hin partiyên girêdayî PDK'ê di nava Îtîlafê de cih digirin, ev partî dibêjin "Me Efrîn rizgar kiriye û li wir dagirkerî tune ye". Ev gotin ên partiyên ser bi PDK'ê ve ne.

Gelê Başûr naşibihe PDK'ê, ew xwedî rûmet e, qebûl nake ku dewleta Tirk destkeftiyên wê têk bibe. PDK'ê xwedî berjewendî ye li gel Erdogan, her du xwedî planên aborî ne û bazirganî bi doz û xwîna gelê Kurd dikin. Divê gelê Kurd vê yekê baş zanibe.

Serdana PDK'ê ya ji bo Tirkiyê delîkeke ber bi çav a beşdarbûna wê di êrişên li ser Başûrê Kurdistanê de ye. Ev beşdarbûn dê pirsgirêkê kurdî kûrtir bike. Divê em zanîbin ku ev hevkarî destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê dixe xeteriyê. Dewleta Tirk dê tevahî xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Ez weke Kurdekî dibêjim, Kurd vê siyasetê qebûl nake. Bi milyonên dolarên wan hene, di bin navê doza kurdî de Kurdan dikin qurban, destek didin şerê dewleta Tirk ê li dijî Kurdan. Helwesta PDK'ê li dijî niştîmanî, Kurdistanî û nirxên mirovî ye. Çawa kesekî ku xwe xwediyê Başûrê Kurdistanê dibîne û berpirsê rêveberiya wê ye şerê keskî bike ku parastina Başûrê Kurdistanê dike!

Divê PDK'ê dest ji vê siyasetê berde. PDK'ê heman siyaset li Rojava jî dimeşîne, li ser Rojava dorpêç ferz dike. Dixwaze bi destê hin partiyên ENKS'ê fitne û pirsgirêkan li Rojava derbixîne ji bo ku aramiya herêmê têk bibe.

PDK'ê siyasetên xwe yên neyînî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê û Iraqê dimeşîne, gelek kesayetên Iraqî li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û hevkariya PDK'ê bertek nîşan dan. Heta niha PDK'ê tu helwest nîşan nedaye.

23 baregehên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hene, çi erka wan baregehan e? Erka wan û PDK'ê tesfiyekirina dengên demokrasiyê ne.

Cara yekê ye ku hewlestên erebî û iraqî der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derdikevin pêş, di nav de jî Komkara Erebî, hûn çawa vê yekê dinirxînin û gelo dê ew helwest rê li ber êrişan bigire?

Belê, cara yekê ye ku hejmareke mezin ji kesayetên iraqî di nava hikûmetê de helwest nîşan êrişên dewleta Tirk a dagirker didin, lê xeterî pir mezin e. Dewleta Tirk dixwaze di bin navê şerê li dijî "terorê" Iraq û Sûriyê dagir bike. Dewleta Tirk di hembêza xwe de teror mezin kiriye, cîhan vê yekê dizane û bi dehan belge hene.

Pênaseya terorê bûye mijareke siyasî. Her aliyek ku hêzekê ne li gor dilê xwe bibîne wê weke terorîst bi nav dike. Di bin navê terorê de êriş dikin. Siyasetên xwe yên dagirkeriyê dewam dikin.

Bi têgeha terorê hatiye lîstin, her hêzek awayek ji xwe re destnîşan kiriye. Terorîst ew kesê ku nirxên mirovî li cem tune, dewleta Tirk dewleta herî terorîst e li cîhanê, Sûriyê û Iraqê têk bir, li dijî Ermeniyan qirkirin pêk anî, milyon û 500 hezar Ermenî qetil kir. Her wiha li dijî Kurd, Ereb û Suryanan komkujî pêk anî.

Dewleta Tirk dixwaze bendên Mîsaqa Millî pêk bîne, dixwaze Mûsil, Kerkûk û Heleb dagir bike. Divê gelên Kurd û Ereb vê yekê zanibe.

Ji bo rê li ber êrişên dewleta Tirk bê girtin, di demekê de ku hêzên garantor bê deng in, çi ji gelên herêmê tê xwestin?

Divê gelên herêmê hevgirtin û îradeya xwe bi hêz bikin. Ji ber ku êriş li dijî îradeya gel e. Mijar ne Rêveberiya Xweser e, Rêveberiya Xweser û gel yek e.

Armanca sereke ji êrişan parçekirina Sûriyê ye, Sûriyê hatiye parçekirin, zimanê tirkî hatiye ferzkirin, sîstema perwerde û fêrkirinê bi tirkî ye. Her wiha pere û ala Tirkiyê li herêmên dagirkirî ( Bab, Cerablus, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî) hatine ferzkirin, dixwazin wan herêman tev li xwe bikin.

Hemû îdiayên Tirkiyê ku ew ê ji Sûriyê derbikeve, ne rast in. Divê hikumeta Sûriyê vê yekê baş zanibe. Dewleta Tirk tenê bi rêya şer ji herêmê derdikeve, eger hikumeta Sûriyê cidî be ku ew parastina yekitî û serweriya Sûriyê bike, divê bi QSD'ê re ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî koordîne û hevkariyê bike.

Siyasetên ku hikumeta Şamê dide meşandinne rast in, li şûna hevkariyê, ew taxên Helebê (Şêxmeqsûd û Eşrefiyê) dorpêç dike û bi îstixbarata Tirk re dicive. Ev siyaset serdestiya Sûriyê naparêze.

Eger hikumeta Sûriyê di gotina xwe de cidî be ku yekitî û serdestiya xaka Sûriyê diparêze, bila were em hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin, em cidî ne.

Divê hevgirtina Kurd, Ereb û Suryan di vê pêvajoyê de bi hêztir bibe, divê parastina destkeftiyên şoreşê bê kirin, ji ber ku bi rêya şerê taybet hewil didin di navbera pêkhateyên herêmê de parçebûn çêbikin.

(şt)

ANHA