Yekitiya Kedkaran banga tevlêbûna çalakiyên 1`ê Gulanê kir

Yekitiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 1`ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz kir û bang li hemû hêz, partî û rêxistinan kir ku tev li çalakiyên civakî bibin ku dê li bajarên Qamişlo û Hesekê orgenîze bike.

Yekitiya Kedkaran banga tevlêbûna çalakiyên 1`ê Gulanê kir
28 nîsan, 2022   06:57
NAVENA NÛÇEYAN

Bi boneya Cejna Kedkarên Cîhanê ku 1`ê Gulanê ye, Yekitiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya "Bi têkoşîna 1`ê Gulanê em berxwedana gelan silav dikin", ev roj li tevahiya kedkarên cîhanê pîroz kir û eşkere kir ku ew amadekariya pêkanîna çalakiyeke mezin bi vê boneyê dikin.

Yekitiyê bi daxuyaniyekê ev roj li hemû kedkarên cîhanê û zehmetkêşên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi boneya 1`ê Gulanê, em bang li hemû hêzên neteweyî, partiyên siyasî, desteyên rûspiyan, meclisa eşîran û rêxistinên jinan, ciwanan û saziyên civaka sivîl, saziyên çandê, civakî û Rêveberiya Xweser a Demokratîk dikin ku tev li çalakiya civakî yên mezin bibin ku em ê 30`ê Nîsanê  di saet 10:00`ê sibehê de li katonên Qamişlo û Hesekê organize bikin.

Cihê çalakiyê:

Qamişlo: Li pêşiya deriyê sereke yê Stada 12`ê Adarê

Hesekê: Taxa Nasira-qada Suryan."

(eh)

ANHA