Çeteyan li Efrîna dagirkerî 3 welatî revandin

Çeteyên “Polîsên Sivîl” ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 3 welatî ji gundê Dîkê yê navçeya Raco revandin.

Çeteyan li Efrîna dagirkerî 3 welatî revandin
28 nîsan, 2022   07:00
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Raco ragihand ku çeteyên “Polîsên Sivîl” ên dewleta Tirk a dagirker 3 welatiyên gundê Dîkê yê navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî revandin.

Li gorî çavkanî, navên kesên hatine revandin wiha ne: Remzî Reşîd Hemo (27), Menan Bîlal Hemo (40), Deyan Bîlal Hemo (30).

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan bi ser malên her sê welatiyan de girtin, ew revandin û birin cihekî ne diyar. Heta niha sedemên revadnina welatiyan nayên zanîn.

(dx)

ANHA