Welatiyên Silêmaniyê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk şermezar dikin

Welatiyên Silêmaniyê bi pêşengtiya jinan daketin qadan, êrişên dewleta Tirk a dagirker û tevkariya PDK’ê şermezar dikin.

Welatiyên Silêmaniyê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk şermezar dikin
24 nîsan, 2022   18:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê ku ji 17’ê Nîsanê ve dayî destpêkirin, bi sedan welatiyên Silêmanî bi pêşengtiya jinan daketin qadan.

Çalakiya meşê ya bi pêşengtiya jinan nîv saet beriya niha ji Kolana Salim a bajêr dest pê kir. Tê payîn ku wê heya Emne Sûreke dom bike. Di meşê de pankartên “Silav li berxwedaniya gerîla", "Na ji dagirkerî û nokeriyê re" û "Belê ji bo têkoşîna hevbeş” gelek wêne û dovîzên ku dagirkerî û hevkariya PDK’ê teşhîr dikin, hatin hildan. Di heman demê de wêneyên jinên pêşeng ên Kurd jî hatin hilgirtin.

Di meşê de bê navber bi dirûşmeyên li dijî dagirkeriya Tirkiyê û hevkariya PDK’ê tên hildan. Di heman demê de dirûşmeyên piştevaniya bi gerîlayên azadiyê re jî tên berzkirin.