Hunermendên Rojava: Êrişên li ser Başûrê Kurdistanê hewldanên qirkirinê ne

Hunermendên Rojavayê Kurdistanê êrişên hevbeş ên dewleta Tirk û PDK`ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tên, wekî hewldanên qirkirina kurdîtiyê bi nav kir û gotin: “Em ê bi hunera xwe ji êrişên dagirkerî û qirkirinê re bibin bersiv.”

Hunermendên Rojava: Êrişên li ser Başûrê Kurdistanê hewldanên qirkirinê ne
25 nîsan, 2022   06:36
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Êrişên qirkirinê ên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê li ser herêmên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê, her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Derbarê mijarê de, hunermendên Rojavayê Kurdistanê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Hunermend Daniş Botan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên hevkar ên li dijî Başûrê Kurdistanê dixwaze çanda kurdînî li tevahiya kurdistanê qir bike û got: “Bê guman ev ne tiştekî nû ye ku mirov jê matmayî bimîne.”

Danîş Botan da zanîn ku dema fikrê Rêber Abdullah Ocalan derket û belav bû, hêzên navneteweyî wekî xeterî li ser xwe dît û wiha dom kir: “Fikrê neteweya demokratîk qebûl nakin, ji ber ku dûrî berjewendiyê wan e. Ji lewre ew hêz naxwazin Kurd bi ser kevin.”

Li ser xeteriya êrişên qikirinê yên ku bi hevkariya PDK`ê tên kirin Danîş Botan ev tişt anîn ziman: “Niha êrişeke pir dijwar li ser çanda me heye, divê li wijdanî xwe vegerin û êdî destekê nedin dewleta Tirk a dagirker. Dewleta Tirk axa me dagirker dike, mînakên wê yên berçav jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ne. Dixwaze bi vê yekê guhertina demografîk pêk bîne.”

Danîş Botan daxuyand ku divê gel di milê hişmendiyê de parastina ax, civak û çanda xwe bingeh bigire û wiha domand: “Îro li Şengalê û giştî Başûrê Kurdistanê PDK`ê alîgiriya dewleta Tirk dike. Pêwîste PDK li wijdanê xwe veger e.”

Danîş Botan destnîşan kir ku dema PDK xwe wekî rêveberê parçeyekî Kurdistanê dibîne, divê gel, civak, xweza û axa Kurdistanê biparêze, ne ku beşdarî êrişên dewleta Tirk yên li dijî gelê xwe bibe û wiha dewam kir: “PDK bi vî awayî şerê xwe dike. Ew bi şerê li dijî gerîlayên azadiyê, xwe tune dikin.”

Danîş Botan di dawiya axaftina xwe de daxuyand ku ew wek hunermendên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta dawiyê ew ê li hember hêzên dagirker li ber xwe bidin û got: “Me beriya niha jî gotiye, mirovê ku li dijî xewza û gelê Kurdistanê derkeve, em ê bi hunera xwe li beramber wan êrişan bibin bersiv.”

Hunermend Bêkes Darî jî diyar kir ku di vê pêvajoya nazik de divê gel li doz, xwîna şehîdan û li tevgera rizgariya Kurdistanê xwedî derkeve û wiha got: “Bûyerên ku îro li Başûrê Kurdistanê diqewimin, li gorî planeke pir mezin in ku ji aliyê diminên Kurdistanê û hevkarên wê ve tê kirin.”

Bêkes Darî da zanîn ku êrişên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê nakevin xizmeta doza kurdî û mirovahiyê û got: “Êdî cîhan nas dike Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nirxê exlaq, mirovahî û azadiya gelan e. Xilasiya mirovahiyê di fikr û ramanên rêber Ocalan û di xebat û hêza PKK`ê de ye.”  

Bêkes Darî di dawiya axaftina xwe de bang li tevger, partî, hunermend û gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember van êrişan helwesteke xurt nîşan bidin.

(cx)

ANHA