Parlemantoya Iraqê: Êrişên Tirkiyê aramî û ewlehiya Iraqê bin pê dike

Serokatiya Parlemantoya Iraqê, êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wê weke binpêkirinek ji bo aramî û ewlehiya Iraqê bi nav kir.

Parlemantoya Iraqê: Êrişên Tirkiyê aramî û ewlehiya Iraqê bin pê dike
24 nîsan, 2022   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker de, serokatiya Paremantoya Iraqê îro civînek lidar xist. Di civînê de wezîrê karê derve Fûad Hisên û karmendên payebilind ên wezaretê, serokên frakisyonan, komîteyên niyabî û hejmarek ji parlementeran  amade bûn.

Nivîsgeha alîkarê duyemîn ê serokariya parlamantoya Iraqê Şaxiwan Ebdullah h der barê hugiliyên civînê de daxuyaniyek da.

Li gor Şaxiwan Ebudlah, Iraq hemû destwerdanên derve red dike, wan destwerdanan jî weke binpêkirina serweriya xwe dibîne.

Di nava daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin, Iraq xwedî serwerî ye, nabe bi tu behaneyekê êriş li ser bê kirin. Her wiha hate gotin: "Ev êriş aramî û ewlehiya Iraqê bin pê dike, bandorên wê dê li ser têkiliyên dîplomatîk û aborî bi welatên cîran re neyînî bin."

(şt)