Li Hewlêrê wê li pêş NY’ê êrişên dewleta Tirk werin şermezarkirin

Welatiyên Hewlêrê wê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) kom bibin û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar bikin.

Li Hewlêrê wê li pêş NY’ê êrişên dewleta Tirk werin şermezarkirin
24 nîsan, 2022   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Komîteya Amadekar a Çalakiyê, wê roja sêşemê 26’ê Nîsanê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê êrişên dewleta Tirk werin şermezarkirin.

Komîteya Amadekar a Çalakiyê di daxuyaniya xwe de bang li welatiyên Hewlêrê kir ku tevlî çalakiyê bibin.