Dagirkeriya Tirk gundewarê Minbicê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Ereb Hesen û Ewn Dadat ên girêdayî bajarê Minbicê topbaran kirin.

Dagirkeriya Tirk gundewarê Minbicê topbaran dike
23 nîsan, 2022   06:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê dane, vê sibê derdora saet 06:00`an artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Ereb Hesen, Seyade û gundê Ewn Dadat yên li bakurê Minbicê, topbaran kirin.

Topbarana li ser gundê Ewn Dadat heta kêliya amadekirina vê nûçeyê dewam dikir.

(cx)

ANHA