Hemleya paqijiyê li Qamişlo didome; Paqijî berpirsiyarî ye!

Hemleya paqijiyê ku TEV-DEM`ê 28`ê Adarê li bajarê Qamişlo dabû destpêkirin dewam dike. Îro jî Yekitiya Ajokaran û Kadkeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî hemleyê bûn.

Hemleya paqijiyê li Qamişlo didome; Paqijî berpirsiyarî ye!
23 nîsan, 2022   09:52
QAMIŞLO

Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekitiya Ajokaran, Yekitiya Kadkeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêniyên taxa Kornîş a bajarê Qamişlo tev li hemleya paqijiyê bûn.

/ar/uploads/files/2022/04/23/090903_qam-hemleya-paqijye-28229.webp

Beşdarên hemleyê kolanên ji çerxerêya El-Xelîc a li taxa Kornîş û heta çerxerêya Cotkaran a li heman taxê, paqij kirin.

Hevseroka Yekitiya Ajokeran Selma Hesen behsa girîngiya paqijiyê û bandorên erênî yên hemleyê li şêniyên bajêr kir.

Selma bal kişand ser pêwîstiya hevkariya şêniyan da ku bajar paqij bimîne û got: “Paqijî, berpirsyarî ye û ev pirsyarî ya hemiyan e.”

Di çarçoveya hemleyê de heta niha taxên Enteriyê, Qenet Siwês, Cumaiyê, gundê Um El-Fursan, herêma pîşesazî û taxa Tayî hatine paqijkirin. 

 (şx)

ANHA