'Em li ser xeta rêber Ocalan dimeşin, dijmin nikare berxwedana me têk bibe'

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku ew li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û xaka xwe biparêzin û gotin: "Em li ser xeta rêber Ocalan dimeşin, dijmin wê nikaribe berxwedana me têk bibe."

'Em li ser xeta rêber Ocalan dimeşin, dijmin nikare berxwedana me têk bibe'
23 nîsan, 2022   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewletaTirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet Zirgan, Til Temir û Şehbayê roj bi roj zêde dibin.

Di rojên dawîn de hêzên dagirker, gundên Til Temir û Zirganê bi dijwarî topbaran kirin. Di êrişan de rasterast cihên bi welatiyan dagirtî tên hedefgirtin û balafirên bê mirov ên bi çek jî hatin bikaranîn. Di encamê de ziyanên canî û madî çêbûn.

Duşema borî, dewleta Tirk û çeteyên wê avahiya Şaredariya Gel a Ziragnê bi moşekan kir hedef. Di encamê de ziyanên mezin gihiştin şaredariyê û beşek jê ji xizmetê derket. Tevî giraniya êrişan şênî di mayîna li ser xaka xwe de bi israr in.

HESEKÊ

Welatiya bi navê Edla Dawûd ê ji navçeya Til Temirê diyar kir ku ruxmî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ew bi xaka xwe ve girêdayî ne û parasatinê dikin û got, armanc ji van êrişan ew e ku şêniyên resen koçber bibin, demgorafiya herêmê mîna ya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî biguherin.

Welatiyê bi navê Mihemed Baqî Kotê diyar kir ku rojane li dijî herêmên nêzî eniyên şer ên bi dewleta Tirk a dagirkerker re êriş têne kirin, lê bi destpêkirina şerê Ukrayna –Rûsyayê re ev êriş girantir bûn û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker sûdê ji mijûlbûna cîhanê bi şerê Ukrayna û Rûsyayê sûdê digire, ji ber vê yekê êrişên xwe li ser herêmên me dijwartir kiriye."

Mihemed Baqî Kotê diyar e ku ew ê heta dawiyê li ser xaka xwe bin ku bi saya xwîna şehîdan hatiye avdan.

Welatiya bi navê Semer Xelîl ji Til Temirê ye, anî ziman ku armanca dewleta Tirk û çeteyên wê ji êrişan, ew e ku herêmê ji niştecihên wê vala bikin û got, ev êriş cudahiyê naxe navbere pêkhane, netewe û mezheb de.

Semer Xelîl bal kişand ser berxwedana li hemberî dagirkeriyê û mayîna li ser xaka xwe.

MINBIC

Ji bajarê Minbicê wealatiyê bi navê Nasir Himêdî yê ji pêkhateya Ereb, têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê got: "Em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker hemû hewldanan dike da ku xaka Sûriyê dagir bike û ji mijûlbûna cîhanê bi şerê Rûsya-Ukraynayê ve sûdê digire, ji ber vê yekê herêmên sînorî yên Bakur û Rojhlatê Sûriyê wekî Zirgan, Til Temir, Eyn Îsa, Minbic û Şehbayê dike hedef û ferq û cudahiyê naxwe navbera kevir û mirovan."

Himêdî anî ziman ku ew rê nadin ku dewleta Tirk a dagirker herêmên ku bi xwîna şehîdan hatine avdan, dagir bike û amade ne bersiva êrişan bidin.

Welatiya bi navê Îksar Ehmed a ji pêkhateya Kurd a li Minbicê, sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya cîhanê ya li hemberî van sûcan şermezar kir û got, şênî amade ne çek rakin û li gel hêzên parastinê, bajar û şêniyên xwe biparêzin.

Îsksar Ehmed îşaret pê kir ku  ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevgirtina pêkhateyên wê li xweşiya dewleta Tirk a dagirker nehat, ji ber vê yekê hewl dide bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî, ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.

Îksar Ehmed got: "Bila dewleta Tirk a dagirker bizanibe ku xaka bi xwîna şehîdan rizgar bûye dev jê nayê berdan."

KOBANÊ

Welatiyê bi navê Mezlûm Mihemed Mehmûd ê ji bajarê Kobanê da zanîn ku dewleta Tirk şerekî li dijî gelê Rojava dixwaze, ji wê qey wê karibe gel qir bike û got: "Em gelekî ku ji bo xak û welatê xwe tê dikoşe ye."

Mezlûm Mehmûd bal kişad ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojavayê Kurdistanê û got, armanc ji van êrişan qirkirina gelê Kurd e.

Mezlûm Mihemed bang li civata Navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin û êrişên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin. Her wiha got: "Em amade ne bersiva êrişan bidin. Em ne lawaz in, îradeya ya ji bo têkoşîn û parastina welat xurt e."

Welatiya bi navê Dicle Beko ji Kobanê ye got: "Em li ser fikr û felsfeya rêber Ocalan dimeşin. Ji ber vê yekê dijmin nikare berxwedana me bişkîne û me qir bike. Çi ji me were xwestin em amade ne bikin. Em ê bi hêzên xwe yên leşkerî re bisekinin heta ku serkeftin pêk were."

Dicle Beko diyar kir ku dijmin şerê taybet dimeşîne, ciwanan dike hedef da ku civakê ji hev bixîne û ev tişt anî ziman: "Em ê li hemberî wê bisekinin, em ê heta dawiyê têbikoşin."

Ezdeşîr Kurdî ji Kobanê ye got: "Dewleta Tirk bi êrişên xwe hewl dide me qir bike. Em bi aştî û aramî li herêmên xwe dijîn, me ziyan negihandiye tu kesî, lê ji ber çi dixwaze êrişî me bike."

Ezdeşîr Kurdî anî ziman ku "Dijmin ne tenê bi çek êrişî me dike, lê şerê tayabet jî mîna belavkirina hişbirê û hedefgirtina ciwanan dimeşîne da ku Kurdan qir bike. Lê em xwedî îrade ne û yek in, dijmin nikare armancên xwe pêk bîne."

ANHA