​​​​​​​Li Kobanê û Minbicê xwepêşandanên li dijî êrişên dagirkeriyê

Bi dirûşma “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” bi hezaran şêniyên herêma Firatê li Kobanê û Minbicê daketin qadan û êrişa li dijî gerîla û gelê Kurd û hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re şermezar kirin.

​​​​​​​Li Kobanê û Minbicê xwepêşandanên li dijî êrişên dagirkeriyê
​​​​​​​Li Kobanê û Minbicê xwepêşandanên li dijî êrişên dagirkeriyê
​​​​​​​Li Kobanê û Minbicê xwepêşandanên li dijî êrişên dagirkeriyê
​​​​​​​Li Kobanê û Minbicê xwepêşandanên li dijî êrişên dagirkeriyê
​​​​​​​Li Kobanê û Minbicê xwepêşandanên li dijî êrişên dagirkeriyê
19 nîsan, 2022   12:51
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê, endamên saziyan û nûnerên partiyan li Qada Jina Azad a li Kobanê kom bûn, piştgiriya xwe ya bi gerîla re rave kir, êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî wan û xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şermezar kirin.

/ar/uploads/files/2022/04/19/115031_mzahrh-fy-mnbj-tndydaan-bhjmat-alahtlal-altrky-ala-jnwb-krdstan-e280ab282960168129e280ac-e280abe280ac.webp

Dayikên şehîdên HPG`ê li pêşiya xwepêşandanê cih girt û heta Qada Şehîd Egîd meşiyan.

Li Qada Şehîd Egîd xwepêşandan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û kiryarên PDK`ê şermezar kirin û berxwedana gerîla silav kir.

Eyşe Efendî wiha domand: “Ev gelê berxwedêr, careke din îsbat kir ku hemû cureyên xiyanetê red dike û li dijî şerê birakujiyê ye.”

Eyşe Efendî daxuyand ku PDK`ê rûyê xwe eşkere kir û xiyanet bi xwîna şehîdan kir û got: “Hûn ê bi ser nekevin. Dîrokê dê we efû neke. Hûn çi dikin bikin, lê hûn nikarin vîna me têk bibin.”

/ar/uploads/files/2022/04/19/114946_aaeshh-afndy.webp

Eyşe Efendî di dawiyê de got: “Dewletên mezin ku çarenûsa gelan kontrol dikin, plan dikin û PDK`ê planên wan pêk tîne. Em ê piştgiriya gerîla bikin û em ê layîqî fedakariyên wan û şehîdan bin.”

MINBIC

Li Minbicê bi heman mebestê, şêniyên bajêr, endamên saziyan û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, saziyên taybet ên jinan û nûnerên partiyan li kolanan bûn.

/ar/uploads/files/2022/04/19/115007_ahmd-aljmyly.webp

Xwepêşandana li Minbicê ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê kir û li Çerxerêya Mîzan rawestiya. Di çalakiya li wir de, hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed El-Cemîlî axivî û got: “Em xwîna şehîdên xwe yên azad ji bîr nakin ku ji bo rizgarkirina Minbicê ji terorê canê xwe feda kir.”

El-Cemîlî got ew ê piştgiriya gerîla bikin ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê li ber xwe didin.

(şx)

ANHA