Kongra Star: Dagirkeriya Tirk û PDK'ê qirkirina Kurdan armanc dikin

Kongra Star bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi hevkariya PDK`ê li ser Herêmên Parastina yên Medyayê pêk tîne, wekî qirkirina Kurdan û hedefgirtina Tevgera Rizgariya Kurdistanê hesiband.

Kongra Star: Dagirkeriya Tirk û PDK'ê qirkirina Kurdan armanc dikin
19 nîsan, 2022   12:41
QAMIŞLO

Kongra Star a bajarê Qamişlo têkildarî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê li dijî gerîla û gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Kongra Star a kantona Qamişlo Şaha Xelîl ve bi amadebûna endamên Kongra Star hate xwendin. Tê de hate diyarkirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, qirkirina gelê Kurd û hedefgirtina Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye. Her wiha bal li ser ser xiyaneta domdar ya PDK'ê li dijî doza kurdî hat kişandin.

Şaha Xelîl bang li PDK'ê kir ku ji xeta xiyanetê vegere û got: "Projeya neteweya demokratîk û fikrê rêber Ocalan ji aliyê rejîmên li Rojhilata Navîn ve nayê qebûlkirin, ji ber vê yekê em rastî xiyanet û êrişên qirkirinê tên."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên bi hevkariya PDK'ê li dijî çiyayên Kurdistanê, Zap, Metîna û Avaşînê, dê nikaribe îradeya gerîlayan têk bibe û got: "Hûn nikarin bi êrişên xwe îradeya me ya azad têk bibin."

 (dx)

ANHA