TEV-DEM: Êrişa artêşa Iraqê li ser Şengalê xizmeta berjewendiyên Iraqê nake

Tevgera Civaka Demokratîk êrişa artêşa Iraqê li dijî îradeya êzidiyan rexne kir û teqez kir ku ev êriş nakevin xizmeta berjewendiyên Iraqê.

TEV-DEM: Êrişa artêşa Iraqê li ser Şengalê xizmeta berjewendiyên Iraqê nake
19 nîsan, 2022   13:02
 NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrişên dawîn ên artêşa Iraqê li dijî baregehên Asayîşa Êzîdxanê, daxuyaniyek da raya giştî

Di daxuyaniyê de hate gotin

“Roj bi roj aloziya hundirîn a hikumeta Iraqê kûrttir dibe û hîna jî nikare çareseriyên aştiyane bibîne. Lê belê îsrara wê ya destpêkirina şer li dijî îradeya civaka êzidî ya Şengalê bi rêya siyaset, taktîk, sewqiyetên leşkerî û gefên yekser û neyekser yên bi hevkariya dewleta Tirk û PDK`ê, êdî zelal in. Bi van planên xeter dixwaze şerê Kurdan bike, wan qir bike û destkeftiyên gelê Kurd têk bibe.

Îradeya Kurdan bi giştî û bi taybet ya êzidiyan qebûl nakin. Diyar e ku hikumeta Iraqê li gorî fermanên dewleta Tirk tevdigere, ya ku hewl dide doza kurdî û projeya neteweya demokratîk tune bike.

Dewleta Tirk a faşîst hemû derfetên xwe dixe meriyetê, ew yek hemwextî êrişa artêşa Iraqê li dijî îradeya êzidiyan li Şengalê û lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de pêk tê. Yê ku sûdê ji lêkirina dîwar digire, dewleta Tirk a dagirker e. Ev yek xizmeta berjewendiyên Iraqê nake.

Êzidiyan erdnîgariya Iraqê ji parçebûnê parast. Bi derfetên xwe yên xweser rêveberiya xwe ava kir. Lihevkirina 9`ê Cotmeha 2020`an a di navbera Hewlêr û Bexdayê bingeha van êrişan e. Armanc ji wê lihevkirinê; amadekirina zemîneke guncaw ji bo vejandina DAIŞ`ê, koçberkirina Kurdan û pêkanîna komkujiyên din çi li Başûr an jî Şengal an jî Mexmûr an jî li herêmên din e.”

TEV-DEM`ê di daxuyaniya xwe de bang li hêzên siyasî yên kurdistanî û rêxistinên hiqûqî û civaka sivîl kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û erkên xwe li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û artêşa Iraqê yên li dijî kurdan pêk bînin.

TEV-DEM`ê bang li gelê Kurd û êzidiyan kir ku li hember sûcên dewleta Tirk û Iraqê serî hildin û têkoşîn û berxwedanê mezin bikin. Li gorî berpirsyariya nîştimanî tev bigerin û tev li xwepêşandanan bibin ku li dijî van êrişan tên lidarxistin û hevkariya PDK`ê eşkere bikin ku li dijî destkeftî û nirxên kurdan in.

(cx, şx)