​​​​​​​Pêkhateyên Minbicê: Tu cûdahî di navber Ereb û Kurdan de tune ye

Şêniyên bajarê Minbicê gotin ku ruxmî hewldanên derxistina fitneyê û tunekirina projeya demokratîk a li herêmê jî, lê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava ewlehî û aramiyê de li ser bingehê biratiya gelan û demokrasiyê dijîn.

​​​​​​​Pêkhateyên Minbicê: Tu cûdahî di navber Ereb û Kurdan de tune ye
19 nîsan, 2022   10:35
MINBIC – EHEMED QERACA

Gelek aliyên hundirîn û derve dixwazin fitneyê di navbera pêkhateyên Ereb û Kurd de derxînin, her du pêkhateyên mezin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bi wê armanc dikin ku projeya neteweya demokratîk ku li ser bingehê biratiya gelan û jiyana hevbeş hatiye avakirin, têk bibe. Ji ber ku proje xizmeta berjewendiyên aliyên ku dixwazin armanc û çavnebariya xwe li ser xaka Sûriyê pêk bînin, nake.

Têkildarî mijarê, Ehmed Reşo yê ji pêkhateya Kurd wiha axivî: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve hin kom û dewletên herêmê xwestin tevlîheviyê di navbera gelê Sûriyê de derxînin, nexasim di navbera Ereb û Kurdan de ku nifûsa wan a herî mezin e li Sûriyê.”

Ehmed Reşo ev tişt anî ziman: "Dema dewleta Tirk Efrîn dagir kir, me hewldanên derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de û binpêkirinên li dijî gelê Kurd li Efrînê, dît. Ew jî bi rêya bikaranîna gelek rêbazan ji bo derxistina fitneyê di navbera her du pêkhateyan de, hate kirin. Em li herêmê Rêveberiya Xweser tu cûdahiyê naxin navbera tu pêkhateyan. "

Ehmed Reşo di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêkhate, ol û mezheban hembêz dike. Ew jî bi hev re bi ewlehî, aramî, biratî û demokrasî dijîn. Tu cûdahî di navbera wan de tune ye. Em qebûl nakin ku dewleta Tirk yan jî dewleteke din fitneyê derxîne da ku çavnebariya xwe bi dagirkirina herêmên din ji Sûriyê, pêk bîne. Em ê bi hemû rêbazan li hember vê fitneyê, bisekinin."

Girêdayî heman mijarê Xada Hemîd ya ji pêkhateyên Ereb wiha axivî: "Di pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê de xwîna ciwanên ji pêkhateyên Ereb û Kurd tevlî hev bû.”

Xada Hemîd destnîşan kir ku ev geşedan hemwextî hewldanên derxistina fitneyê pêk hatin û armanc jê têkbirina aramî û ewlehiya herêmê bû. Xada Hemîd wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em tu cudahiyê naxin navbera Kurd û Ereban de, yên ku ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê bûne yek."

(bx)

ANHA