TAJÊ: Dewleta Tirk û PDK dixwazin planên xwe bi rêya artêşa Iraqê pêk bînin

TAJÊ têkildarî êrişên li ser Şengalê diyar kir ku “Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku axa Kurdistanê û Iraqê parçe bike û mixabin ev yek jî bi destê hêzên PDK’ê tê kirin. Niha jî dewleta Tirk a dagirker û PDK dixwazin van planan bi rêya artêşa Iraqê li Şengalê pêk bînin.”

TAJÊ: Dewleta Tirk û PDK dixwazin planên xwe bi rêya artêşa Iraqê pêk bînin
19 nîsan, 2022   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ser mijarê ev daxuyanî da:

“Di 3’yê Tebaxa 2014’an de li pêşberî çavê hemû cîhanê li ser axa me ya pîroz û li dijî civaka me ya êzidî fermanek hat kirin. Ev ferman bi armanca tunekirina baweriya êzdiyatiyê bû. Lê belê bi berxwedana gerîlayên Kurdistanê ku xwe gihandin hawara me, ev planên qirêjî yên ku hemû dewlet tê de hebûn, di nav de PDK jî, hate têkbirin û nehiştin bigihêje armanca xwe.

Ji bo parastina vê axê û vê baweriyê zarokên me çek rakirin û hêzên parastinê yên Êzîdxanê ava kirin. Dewletên dagirker bi taybet Tirkiye û hêzên PDK’ê ji bo ku heyfa binketina xwe ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de rakin, di 9’ê Cotmeha 2019’an de peymanek îmze kir. Ev peyman bi hemû xalên xwe ve li dijî îradeya civaka me bû. Lê dîsa bi berxwedana civaka me û dayikên me, ev peyman negihîşt armanca xwe.

Lê belê Enqere, Bexda û PDK ji bo ku ev peyman bi cih bê, serî li hemû rêbazan da. Herî dawî jî duh hêzên bi ser hikumeta Kazimî ve hewl da seytereya hêzên me ya asayîşa Êzîdxanê ya ku li gundê Digurê bigirin. Ev hêz bêyî ku dan û sitandinan bikin, bi ser asayîşa me ve çûn. Ji bo parastine xwe û axa xwe asayîşa me bersiv da. Di encamê de sivîl birîndar bûn.

Ev êrişa ku ji aliya hêzên bi ser hikumeta Kazimî ve hatiye kirin, ne tesadüf e. Her kes dizane ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê di 17’ê vê mehê de êriş birin ser çiyayên Başûrê Kurdistanê. Ev êrişa ku li Şengalê jî hatiye kirin ji wê plana qirêjî ne qut e. Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku axa Kurdistanê û Iraqê parçe bike. Lê mixabin ev yek jî bi destê hêzên PDK’ê tê kirin. Niha jî dewleta Tirk a dagirker û PDK dixwezin van planan bi rêya artêşa Iraqê li Şengalê pêk bînin.

Em bang li hikumeta Kazimî û Bexdayê dikin da ku nebin desteka vê planê qirêjî. Bila bi lîstokên PDK’ê û dewleta Tirk a dagiker nexape. Iraq bi giştî di nava rewşeke aloz de ye. Ev rewş bila kûr nebe. Lewma lazim e hikumeta Kazimî û Bexda di berjewandiya gelên Iraqê de tev bigerin, ne li dijî gelan.

Her wiha em nêzî cejna me ya pîroz cejna Çarşema Serê Nîsanê dibin. Ev êrişa ku di van rojên pîroz de hatiye kirin, em wek pîvaneke neexlaqî dibînin. Her êrişeke li ser civaka me, her dem di rojên me yên pîroz de dikin. Ev hemû ne tesadüf in. Em vê wek êrişa li ser baweriya êzdayetî, hebûna îradeya civaka me dibînin û şîrove dikin.

Di dawiyê de em wek dayîk û jinên Êzîdxanê dibêjin ev axa ku bi xwîna zarokên me hatiye parastin bi hêsanî ji kesî re nahêlin. Bi hezaran salan ji bo tunekirina me her dem êriş li ser em hatine kirin. Lê belê civakeke ku carekê tehma azadiyê girtiye tu car serê xwe natewîne. Em jî yek ji van civakan in ku me tehma azadiyê girtiye, em ê tu car li hember êrişan bê deng nemînin û serê xwe jî natewînin. Wek dayikên Êzîdxanê em ê bibin mertalên li pêşiya hewldanên tunekirina civaka me.”