HPG nasnameyên 5 şehîdan eşkere kir

HPG’ê derbarê 5 gerîlayên di sala 2017’an de li Katoyê şehîd bûne daxuyaniyek weşand û got: “Hevalên me Raperîn, Rûken, Barîn, Avaşîn û Zinarîn li çiyayê Katoyê berxwedaneke destanî nîşan dan û têkoşîneke ku em ê her tim pê serbilind bin, afirandine.”

HPG nasnameyên 5 şehîdan eşkere kir
19 nîsan, 2022   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê 5 gerîlayên di sala 2017’an de li Katoyê şehîd bûne daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di meha Nîsanê ya sala 2017’an de artêşa Tirk a dagirker li çiyayê Kato ya Elkê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de li hemberî dagirkeran şer hate kirin û di vî şerî de hevalên me Raperîn, Rûken, Barîn, Avaşîn û Zinarîn bi qehremanî şer kirine û şehîd bûne.Em di salvegera şehadeta hevalên xwe yên şehîd de, wan bi bîr tînin û em sozê didin ku em ê wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Raperîn Amed

Nav paşnav: Aysel Oyûnlû

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Hasret-Mahmût

Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2017 / Kato Jîrka

Nasnav: Rûken Gever

Nav paşnav: Lalîhan Aslan

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Şîrîn-Hadî

Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2017 / Kato Jîrka

Nasnav: Barîn Şîlan

Nav paşnav: Şemsê Alî

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik-Bav. Sedîka-Îsmaîl

Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2017 / Kato Jîrka

Nasnav: Avaşîn Çirav

Nav paşnav: Serhildan Erdem

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Sureyya-Selahattîn

Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2017 / Kato Jîrka

Nasnav: Zinarîn Arjîn

Nav paşnav: Pelda Akdag

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Fatma-Yûsûf

Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2017 / Kato Jîrka

Milîtanên jin ên wêrek heval Raperîn, Rûken, Barîn, Avaşîn û Zinarîn li çiyayên Katoyê berxwedaneke destanî nîşan dane, bi qehremanî şer kirine û têkoşîneke ku em ê her tim pê serbilind bin ava kirine. Vê berxwedana dîrokî wê  tevgera azadiyê ya jinan, artêşa me ya jinan û têkoşîna jinên azad mezin bike û wê me teqez bigihîne serfiraziyê.

Malbatên hêja yên hevalên me yên qehreman di serî de, em sersaxiyê ji hemû jinên Kurd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”