Fîras Qesas: Dewleta Tirk nirxên Apoyî dike hedef

Reportaj Summay

Fîras Qesas: Dewleta Tirk nirxên Apoyî dike hedef
21 nîsan 2022   07:32

Muxalîfê sûrî Fîras Qesas diyar kir ku dewleta Tirk nirxên Apoyî ku nîjadperestiyê red dikin û ji şer hez nakin, dike hedef. Her wiha destnîşan kir ku helwesta Hewlêrê tenê di çarçoveya teslîmiyeta bindestiya ji dewleta Tirk re tê fêmkirin, her wiha bang li pêkhateyên herêmê kir ku destekê bidin apocîtiyê û neteweya demokratîk da ku li hember “dijminên mirovahî û rûmetê” bisekinin.

Artêşa Tirk a dagirker ji roja duşemê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê dike. Ev êriş bi beşdarbûna PDK`ê tên kirin. Serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 15`ê Nîsanê de serdana Tirkiyê kir û bi Recep Tayyîp Erdogan û serokê îstixbaratê wê Hakan Fîdan re li Koşka Dolmabahçe ya li Stenbolê civiya.

Bi van êrişan re, artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin û gundewarên Zirgan, Til Temir û Eyn Îsayê topbaran dike.

Têkildarî vê yekê ajansa me hevpeyvîn bi muxalifê sûrî û serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas re, çêkir.

Dewleta Tirk êrişî hêzên gerîla dike, hûn vê yekê çawa dinirxînin û çi armancên dewleta Tirk ji van êrişan hene?

Dewleta Tirk aştiyê naxwaze. Beşa wê ya siyasî ya serdest li ser mezinbûna sedemên tundiyê, dûrxistina bi rêya geşkirina endamên cudahiyê û mezinbûna di navbera pêkhateyên civakê de da ku ji şer û hedefgirtina aliyên din ên etnîk, çandî û siyasî têr bibe. Bi vê yekê re van nîşaneyan girt ser siyaseta Tirkiyê ji destpêka damezirandina wê û bi vê yekê mezin bû, alozî, kîn û geşkirina wê bi AKP`ê û Erdogan re zêde bû ku hemû rewşên navneteweyî û herêmî keysbaz dike da ku di nava serdestiyê de bimîne.

Erdogan niha aliyê navneteweyî keysbaz dike. Ez texmîn dikim ku dê bûyera Rûsya-Ukraynayê keysbaz bike û civaka navneteweyî ji ser qerebalixa şer û xwînê ku li dijî gerîla û hêzên azadîxwaz ku di civaka kurdî de pêşeng in, mijûl bike.

Di aliyê herêmî de zêdebûna wî di siyaseta şer û dijminahiyê de dibe sedem ku aliyên Kurd li Kurdistana Iraqê dûrî armancên gelê Kurd ên parastina îrade, berjewendî û rûmetê bixe. Ev jî di çarçoveya tunebûna rola navendî ya dewleta Iraqê de tê kirin. Her wiha li Sûriyê jî hevkariya wê dike. Lihevkirinên ku bi rejîma Sûriyê û Rûsyayê re çêkirine, bi rêya wan dikare vebijêrkên xwe zêde bike. Di vê yekê de sûd ji mijûlbûna Amerîkayê bi destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê digire.

Heta kîjan astê têkilî di navbera van êrişan û serdana Mesrûr Barzanî a Tirkiyê de heye?

Ne zehmet e ku têkiliya di navbera serdana Mesrûr Barzanî ji Tirkiyê re û destpêkirina êrişên li dijî gerîla were diyarkirin. Diyar e ku doz hevkariya eşkere dike heger ne koordîne û beşdarbûna di navbera Tirkiyeya Erdogan û siyasetên dijminahiyê de û di navbera ku qaşo birayên têkoşînê û xwediyê dîroka pîroz di şerê li dijî rejîma Sedam Husên de ne.

Ez nikarim vê ahenga di navbera siyaseta şer û wêrankirinê ya dewleta Tirk û siyaseta Hewlêrê de ji bilî ku di çarçoveya ku dev ji nûnertiya îradeya gelê Kurd berdane û xwe teslîmî hegemonyaya dewleta Tirk kirine da ku xizmeta berjewendiyên girêdayî hesabên partiyane û teslîmî hegemonyaya Tirkiyê bibe, ji bo xizmetkirina berjewendiyên bi hesabên otorîter û dibe ku eşîrtî li herêmê be.

Lê mixabin hûrgiliyên alav û sembolên li cihê civînê, nîşaneyên teslîmiyetê û zimanê laş ku ji wêneyên hevdîtina Mesrûr Barzanî ya bi Erdogan re derketibûn, eşkere û êrişkar bûn.

Di demekê de ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn, ev êriş hatin kirin. Armanc ji vê yekê çi ye?

Ev yek xwezayî ye. Aliyê ku şer dike û dijwar dike Tirkiyê ye. Rewşên herêmî û navneteweyî ku dixwaze ji di vê demê de keysbaz bike haman rewş in. Hêzên parastina azadî, rûmet, edalet, mirov û jîngehê dikin hehger ne rêxistinî û siyasî yek hêz be lê hemû ji apocîtiyê sîwana fikr, felsefe û exlaq digrin ku têrê dike ji aiyê hêzên nêjadperest û dewleta Tirk li her deverê bibin hedef.

Di nêrîna min de ku dewleta Tirk nirxên ku Apoyî dixwaze di çanda herêmê de, di civîna wê ya siyasî de biçîne, dike hedef. Ew jî nirxên ku nêjadperestiyê red dike û ji şer hez nake, mirov û mafên wî mezin dike, rêzdariyê dide îradeya wî. Ew jî armanca siyaseta Erdogan û hevalbendên wî yên radîkalên coranî di kuştinê de ye.

Di nêrîna we de asta van êrişan çi ye?

Ez texmîn nakim ku ev êriş bibin xwedî cewhereke berfireh. Heger ez bixwazim ku dewleta Tirk wisa be, Erdogan dê hemû rêbazan bikar bîne û dê hemû guhertin yan jî bûyerên ku li çi devra cîhanê têne kirin ji bo berjewendiya mayîna xwe di serdestiyê de û bidestxistina hilbijartinan de û gotinên ji hêzên radîkal re ku dixwaze li bakurê Iraqê pêk bîne ew jî rastiya hedefgirtina hundirîn a xebatên hilbijartinan û çareseriya demokratîk ku bi alavên demogacîk gelêrî radîkal bikar tîne û bi pisporî û kêrhatina keysbazkirina berjewendiyên xwe û berjewendiyên teng ên partiya xwe di gelek boneyan de têne naskirin.

Ev çiqas EV êrIş, senaryoyên ku sînor û serkeftinêN wan diyar dikin lê ez texmîn dikim ku bêhêvîbûnên dirêj çêbibin û bê hesret paşde vegere.

Ji bo pêkhateyên herêmê wekî Kurd, Ereb û Suryan li hember van planan bisekinin, çi ji wan tê xwestin?

Tişta ku ji pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Suryan tê xwestin ku li hember komploya Ii dijî biratî û jiyana wan a hevbeş tê kirin hişyar bin ku Apoyî û nûnerên wê ji bo vê yekê dixebitin. Divê li hember dewleta Tirk bisekinin û bi hemû rêbazên rewa li dijî wan bisekinin. Divê yek rêzê de hevgirtî bin û ji bo nûnertiya rihê neteweya demokratîk û nûjena demokratîk li hember dijminên mirovahî, azadî û rûmetê bisekinin ku Erdogan nûnertiya wan dike û îradeya şer û hilweşandinê ku stratejiya wane zehmete ku li cihekî dev jê berdin.

(bx)

ANHA