Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî bi meclisa bajarê Hesekê û navçeya Holê re civiya

Komîteya Sazkirina Hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêrîn û pêşniyarên meclisa bajarê Hesekê û navçeya Holê wergirt.

Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî bi meclisa bajarê Hesekê û navçeya Holê re civiya
Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî bi meclisa bajarê Hesekê û navçeya Holê re civiya
Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî bi meclisa bajarê Hesekê û navçeya Holê re civiya
Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî bi meclisa bajarê Hesekê û navçeya Holê re civiya
Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî bi meclisa bajarê Hesekê û navçeya Holê re civiya
Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî bi meclisa bajarê Hesekê û navçeya Holê re civiya
14 nîsan, 2022   14:30
HESEKÊ

Komîteya Biçûk a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro yekemîn civîna xwe di qonaxa sêyemîn de bi meclisa bajarê Hesekê û navçeya Holê re lidar xist. Civîn bi armanca nîqaşkirina naveroka reşnivîsa hevpeymana civakî, nîqaşkirina wê û qebûlkirina pêşniyarên meclisan hate lidarxistin.

Civîn li hola civînan a PYD`ê ya li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê hate lidarxistin. Endamê komîteya biçûk  Aldar Xelîl, Ekrem Mehşûş, hevserokatiya meclisa bajarê Hesekê û navçeya Holê, endamên her du meclisan, hin kesayetên eşîran beşdarî civînê bûn.

Civîn li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî bû. Di civînê de hemû bendên hevpeymanê ku ji 99 madeyan pêk tê hatin xwendin. Paşê nêrîn û pêşniyar ji beşdaran li ser her madeyekê di hevpeymanê de hatin girtin, hatin nivîsandin da ku bi rêya raporeke cûda rakin ji komîteya biçûk a peymanê re.

Li kêleka civînê endamên meclisa bajasrê Hesekê û navçeya Holê ji ANHA`yê re axivîn. Civîn û xalên girîng nirxand. Endama Meclisa kantona Hesekê Bêrîvan Îsmaîl diyar kir ku civîn ji bo nîqaşkirina reşnivîsa hevpeymana civakî û qebûlkirina nêrîn û pêşniyarên her du meclisan hate lidarxistin.

Bêrîvan Îsmaîl têkildarî reşnivîsa ku hê tê sazkirin wiha got: "Di reşnivîsa peymanê de mafên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû ol û baweriyên li herêmê têne misogerkirin."

Bêrîvan Îsmaîl destnîşan kir ku endamên komîteya biçûk ku beşdarî civînê bibin nêrînên hatin gotin kom kir da ku ji komîteya biçûk a Sazkirina Hevpeymana Civakî û da ku were nîqaşkirin û paşê bi rêbazê dawî ji aliyê meclisa giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat Sûryê were erêkirin.

Bêrîvan Îsmaîl diyar kir ku di civînê de nêrînên cûda hatin kirin û hin bend bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin.

Her wiha endamê meclisa bajarokê Um Hicêra ya girêdayî meclisa navçeya Holê Silêman El-Ilêwî jî wiha anî ziman: "Bendên ku di peymana civakî de ne baş in. Mafên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digre nav xwe. Endamên komîteya biçûk bi awayekî erênî pêşniyar û nêrînên me di civînê de qebûl kir."

Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di qonaxa nû ya Sazkirina Hevpeymanê de armanc dike ku bi rêya civînan xwe bighîne hejmareke mezintir a sazî û meclisên beşên civakê, naveroka reşnivîsê ji wan re şîrove bike, nêrînên wan werbigire û li hevpeymanê zêde bike, beriya ku ji aliyê Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve were erêkirin.

(bx)

ANHA