Şehîd Henîfa Yûsif li Helebê hate oxirkirin

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmqsûd û Eşrefiyê cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Henîfa Yûsif li goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê spartin axê.

Şehîd Henîfa Yûsif li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Henîfa Yûsif li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Henîfa Yûsif li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Henîfa Yûsif li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Henîfa Yûsif li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Henîfa Yûsif li Helebê hate oxirkirin
14 nîsan, 2022   14:37
HELEB

Bi sedan şêniyên her du taxan, endamên meclis, komîn, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîma oxirkirina endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Henîfa Yûsif bûn ku di 13`ê Nîsanê de dema erka xwe li taxê pêk dianî şehîd bû.

Şêniya cenazeyê şehîd ji pêşiya nexweşxaneya Xalid Fecir a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Çehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqêf ve çûn û dirûşmeyên silavkirina berxwedana şehîdan berz kirin.

Li goristanê toreneke leşkerî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate lidarxistin.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Ehmed got şehîd Henîfa Yûsif cihê xwe di nava  Hêzên Ewlekariya  Hundirîn a Efrînê de digirt û di êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê de tev li Berxwedana Serdemê bû.

Ehmed wiha domand: "Şehîd Henîfa dema erka xwe li taxê pêk tanî, şehîd bû. Şehîd ew in ên ku rêya gelê xwe ronî dikin da ku bighêjin azadî û rûmetê."

Her wiha Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehlam Fetok jî ev tişt anî ziman: "Şehîd Henîfa ji bo parastina şêniyên taxê roj û şeva xwe dikir yek. Bi îradeyeke xurt dixebitî û ji aliyê hevalên xwe dihat hezkirin."

Paşê wesîqeya şehîd Henîfa ji aliyê endama KPC-Demokratîk Yasîm Hemo ve hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Henîfa Yûsif di nava dirûşme û tilîliyan de hate veşartin.

(bx)

ANHA