Mezlûm Ebdî û Michael Corella civiyan

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û general û fermandarê nû yê Operasyonên Amerîka yê li Rojhilata Navîn Michael Corella civiyan.

Mezlûm Ebdî û Michael Corella civiyan
14 nîsan, 2022   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî duh bi şev pêşwaziya general û fermandarê nû yê Operasyonên Amerîka yê li Rojhilata Navîn Michael Corella kir.

Hate gotin ku her du aliyan di civînê de xeteriya DAIŞ’ê û vegera çalakiyên wê li herêmê nîqaş kir. General Michael Corella soz da ku destekên zêde pêşkêş bikin ku girtîgehên tê de endamên DAIŞ’ê û kampên tê de malbatên wan hene ewle bikin, her wiha soz da ku têkoşîna li hember DAIŞ’ê li Sûriyê berdewam bikin.

General Michael Corella da zanîn ku ew pabendî parastina ewlehî û îstîqrara li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ku careke din DAIŞ’ê dernekeve, şaneyên wê têk bibin û hewayê guncaw ku dibe alîkarê wê ziwa bikin.

General Michael Corella û şandeya pê re rewşên li kampa Holê ku tê de malbatên DAIŞ’ê hene û rewşên girtîgeha Hesekê şopandin.

(fr)