​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-04-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-04-2022
13 nîsan, 2022   23:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan daxuyaniyekê dide, tê de  xwetekên wergirtina cenazeyên şehîd Xelîlfanê dike û siysetên PDK’ê yên tevkariya bi dagirkeriya Tirk re şermezar dike. Saet 10:30’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Welatiyên Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanekê li dar dixe û tê de tevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re û lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de şermezar dike. Saet 12:00’an  (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Welatiyên Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê cenazeyên du şehîdên QSD’ê li Goristana Şehîd Dijwar oxir dikin. Saet 10:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêveberiya herêma Firatê ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û da zanîn ku ew dikarin mîna wê yekê bikin û got, "Lê belê em bi vê zihniyetê nafikirin, ji ber armanca me parastina sûriyan û destekdayîna wan ji bo rizgarkirina ji krîza şer e." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Koçberên Efrînê yên di kampa Berxwedan a kantona Şehbayê de bi cih bûne banga derxistina nave PKK’ê ji "lîsteya terorê" kir û da zanîn ku dewletên hegemon partiyê di lîstiyê de dihêlin ku berjewendiyên xwe yên mêtingeriyê li herêmê pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Digel siyaseta ambargoyê û êrişên bêserûber 5 Remezan di ser gelê Efrînê yê li kantona Şehbayê re derbas dibe û hîn jî hêviya vegera li warên xwe dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Dîwana Edaleta Civakî li Tebqayê Muitez EL-Sûdan hişyarî da civaka navneteweyî û got, çeteyên DAIŞ’ê yên desteka xwe ji dewleta Tirk digirin li ser herêmê xeter in, divê civata navneteweyî Rêveberiya Xweser nas bike da ku dadgeheke navneteweyî  bê avakirin ji ku çeteyên girtî werin darizandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Welatiyên Kurd ji nav jî yên di salên 1990’î de bi rêber Ocalan re civîne da zanîn ku rêbertî ji wan re got civakê bi rêxistin bikin û hezkirinê di nava beşên gel de geş bikin. Welatiyan got "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji fikrên rêber Ocalan hêz werdigirin, ji ber felsefeya wî derfet li pêş gelan vekir." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Ji 14'ê Adarê ve li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û Şehbayê ku piraniya şêniyên wan Kurd in û ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên birêvebirin, ambargoya kel û pelên xwarinê hatiye ferzkirin.

HEVPEYVÎN

- Siyasetmedarê misirî Ramî Zihdî da zanîn ku divê rihê hevkarî û hevgirtinê di navbera gelên Ereb û Kurd de bilind bibe û banga li wan kir ku li şûna xîtabkirina hikumetên dewletan xîtaba gelan bikin.

JIN

- Di demekê de ku hikumeta Şamê hewl dide welatiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê radest bibin, jinên her du taxan ardên ku di demên berê de ji bo derbaskirina ambargoya hikumetê depo kiribûn bi hev re parve dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekitiya Jinên Ciwan li navçeya Çilaxa ya Qamişlo û Kongra Star li navçeya Til Hemîsê ya Hesekê daxuyaniyên cuda der barê sûca qetilkirina jinekê ji hêla hevjînê xwe ve li Çilaxa, didin. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê da zanîn ku dîrok îxanetên destek daye dagirkeriyê ku planên xwe pêk bînin, herêmên Kurd parçe bikin û şoreşa Kurdistanê têk bibin, ji bîr nake. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Şîrovekarên siyasî dibînin ku şandina çeteyan ji Sûriyê ber bi Ukraynanê ve ku şerê Rûsyayê bikin dê bandoreke neyînî li rewşa Sûriyê bike. Girêdayî vê şîrovekarê siyasî Dr .Ehmed EL-Dirzî jî dibêje ku heta encama şerê li Ukraynayê eşkere nebe dê Rûsya li Sûriyê operasiyoneke berfireh pêk neyîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Di nava nakokî û pirgirêka siyasî de gelê Lubinanê li benda pêkanîna hilbijartinan e, serokê hikumetê Necîb Mîqatî jî da zanîn ku hewldan hene Lubnan pêş nekeve taybet piştî şoreşa Tişrînê ya li dijî gendeliyê. Gelo sînaroyên pêş hene, çi astengî û xeterî li pêş rêy ber bi xebata hilbijartinê ve bêyî tu bûyerên ewlehî yan jî bûyerên ji nişka ve çênebin, hene?

CIVAK Û JIYAN

-Bi kedên komî û xebateke komînal, ev sala 5’an e ku Xwaringeha Firdews di pêşkêşkirina xwarinê ji hewcedar û sêwiyên Reqayê re berdewam dike, di heman demê de alîkariyên xwarinê di dirêjahiya mehên salê de pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA