5 sal in Xwaringeha Firdews xwarinê li welatiyên hewcedar belav dike

Bi kedên komî û xebateke komînal, ev sala 5’an e ku Xwaringeha Firdews di pêşkêşkirina xwarinê ji hewcedar û sêwiyên Reqayê re berdewam dike, di heman demê de alîkariyên xwarinê di dirêjahiya mehên salê de pêşkêş dike.

5 sal in Xwaringeha Firdews xwarinê li welatiyên hewcedar belav dike
14 nîsan, 2022   06:00
REQA-ALA El-Elî

Bi kedên dilxwaz û xebateke komînal komek ji dilxwazên Reqayê projeya "Xwaringeha Firdews" ji Nîsana 2018’an ve daye destpêkirin. Ev xwaringeh ji jinbî û sêwiyên bajêr e, her wiha ji koçberên ji herêmên Sûriyê yên din re xwarinê bê pere pêşkêş dike.

Dilxwaze li zêdetirî hezar û 500 sêwî û bi dehan malbatên hewcedar ên li bajêr xwarinê belav dikin.

Xwaringeha li taxa Firdews a li naverasta bajêr xwarinê amade dikin, her wiha paketên xwarinê ji malbatan re pêşkêş dikin, di heman demê de jî di dirêjahiya mehên salê de rojên duşem û pêncşemê xwarinê belav dike û di meha Remezanê de rojane xwarinê pêşkêş dike.

Di xwaringehê de 18 jinên dilxwaz rojane dixebitin û di rojên zext hebe de 9 jinên din ên dilxwaz jî dixebitin, bi taybet di meha Remezanê de. Xwarinê û paketên xwarinê di dirêjahiya Remezanê de amade dikin. Di xwarinên wan ên di qutiyan de ku goştê sor û mirîşk hene û xwarinên gelêrî yên Reqayê hene.

Çavdêrê li ser xebata Xwaringehê Yasir Xabûr dibêje fikreya avakirina xwaringehê, ew e ku alîkariya hewcedar, sêwî û jinbiyên li Reqayê bikin.

Keç û xortên Reqa yên li derve û hundir xwaringehê fînanse dikin, lê jinên karker ên di xwaringehê de dixebitin pereyan wernagirin, ji ber bi dilxwazî dixebitin.

Xabûr di dawiyê de li ser pirsgirên di xebatên wan de derdikevin û astengbûna dabînkirina nan ji firnan axivî û wiha got: "Ew neçar dibin ku bi lêçûneke zêde nanê turîzmî bikirin."

(fr)

ANHA